Li Frankfurtê standa hilbijartinê hate danîn

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê, ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li meydana Haupwacheyê stand hate danîn.

Platforma Hilbijartinê ya Aştî û Demokrasiyê, li meydana Haupwache ya Frankfurtê standa hilbijartinê danî. Wêneyên namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş û afîşên bi nivîsa "em digirin-em lê temaşe nakin" a li dijî medya rejîma AKP'ê hatine amadekirin, hatin daliqandin.

Jinên ku li standê werzîfedar in gotin, "Em ê her roja Şemiyê saet navbera 11:00-15:00 li meydana Haupwacheyê standa hilbijartinê deynin. Tevî neheqiya li Tirkiyeyê ku wekîl, rojnamevan, siyasetmedar û rewşenbîrên mûxalîf girtî ne, em ê li dijî dîktatoriyê bi ser bikevin."