Li Frankfurtê ‘şehîdên Meha Gulanê’ hatin bibîranîn

Li Frankfurtê ‘şehîdên Meha Gulanê’ hatin bibîranîn

Saziya Malbatên Wenda û Şehîdan li bajarê Frankfurt a Almanyayê şehîdên Gulanê bibîranî. bernameya ji aliyê Meclisa Jinan a Amara ya Franfurtê hat organîzekirin duh li Komeleya Çanda Mezopotamya a Frankfurtê pêk hat.

Saziya Malbatên Wenda û Şehîdan li bajarê Frankfurtê  li Naveda Çanda Mezopotamya şehîdên gulanê bibîranî.  bi sedan kes tevli bîranînê bûn û deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê malbatên şehîd û wendayan Xalê Nîmet axaftin kir. Xalê Nîmet wiha got: “Divê her kes xwedî li şehîdên Kurdistanê derkeve. Mîrateya wan j ime re hiştiye divê em bi awayekî baştir bidomînin.

Ji nûnerên Heyva Sor a Kurdistanê jî Ahmet Aktaş axaftinek kir. Aktaş gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a wek ‘Ev partî, partiya şehîdane’ bibîrxist û got: “Dema mirov li meha Gulanê dinêrin em dibînin ku pêşengên kadroya PKk’ê di vê mehê de şehîd ketine.  Pêşengiya vê Hakî Karer kir û hat vê astê.  Em kurd, divê xweî li şehîdên xwe derkevin. “

Aktaş balkişand ser geşedanên Rojava û got: “Hemû kolanên Rojava îro bi qêrîna şoreşê û Şîaran bilind dibe.  Ev şoreş bi saya şehîdên me pêk hat.  Îro hêj gorên gelek şehîdên me nayên zanîn.

M. Emîn  Yildiz jî ku zarokê xwe di têkoşîna azadiya Kurdistanê de wenda kiriye bi zazakî axivî û balkişand ser girîngiya Saziya Malbatên Wenda û Şehîdan.

Piştî axaftinan sînevîzyoneke li ser şehîdên Gulanê hat nîşandan.