Li Frankfûrtê ji bo azadiya Ocalan û xwerêveberiyê meşa dirêj tê lidarxistin
Li Frankfûrtê, wê komploya navneteweyî, tecrîda li ser Ocalan û êrîşên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd tên kirin, werin protestokirin.
Li Frankfûrtê, wê komploya navneteweyî, tecrîda li ser Ocalan û êrîşên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd tên kirin, werin protestokirin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, amadekariyan dikin ku Komploya Navneteweyî di salvegera 17. de bi çalakiyên girseyî şermezar bikin.
Bi vê armancê wê li bajarê Elmanya Frankfûrtê bi dirûşma "Em ji bo azadiya Serok Apo bimeşin, ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu" meşek dirêj a 2 rojan bê lidarxistin.
Komîteya Amadekar bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ji bo qirkirina gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê dimeşîne. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê bi komployeke navneteweyî re dîl hat girtin, ev 17 sal in di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin.
DI 9'Ê ÇILEYÊ ADE WÊ LI MEYDANA HAÛPWACHE DESTPÊ BIKE
Komîteyê diyar kir, weke Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, ji bo protestokirina vê ew ê dakevin qadan û meşeke dirêj a 2 rojan pêk bînin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Meş wê roja 9'ê Çileyê saet di 09:00 de li Meydana Haûpwache ya Frankfûrtê destpê bike û heta ber Parlamenta Eyaleta Hessenê ya li Wîesbadenê bidome."
Meş bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Frankfûrtê tê lidarxistin û tê payîn ji bajarên Frankfûrt, Offenbach, Gîessen, Nurnberg û Manneheîmê Kurd û dostên wan tevlî bibin."