Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Muslum Elma, Mûmîa Abû Jamal, Ahmad Saadet, Georges Îbrahîm Abdallah û gelek girtiyên din ên navneteweyî hatin hildan.
Di çalakiyê de têkildarî endamên Grûp Yorûm pankart hate hildan ku 274 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Nûnerên Komîteya Piştgiriya bi Girtiyan re, ATÎF, AGÎF, Tifaqa Enternasyonal, UPOTUDAK, Azadî li çalakiyê axivîn.
Qisekeran bi wesîleya rojê bal kişandin ser rewşa bi sedan zarok, xwendekar û girtiyên nexweş ên li zindanên dewleta Tirk.
Her wiha bi bîr xistin ku bi vîrûsa koronayê re metirsiya li ser girtiyan zêde bûye.