Li Frankfurtê çalakiya ji bo sivîlên li Efrînê hatin kuştin

Ciwanên Kurd ên li Frankfurtê dijîn, ji bo sivîlên li Efrînê hatin kuştin çalakî li dar xistin.

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê, ciwanên Kurd ji bo sivîlên li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin çalakî li dar xistin.

Ciwanan bi qasî 15 deqeyan rêya li pêş Hauptbahnhof a Frankfurtê li trafîkê girtin û dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Tirkiye dikuje, Ewropa bêdeng e", "Duh Kobanê, îro Efrîn" qîriyan.

Ciwanan wêneyên zarok û sivîlên li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin hildan. Ciwan piştre ketin hundirê Hauptbahnhofê û bi rengekî bêdeng saetekê çalakiya rûniştinê kirin.