Li Frankfûrt û Lozanê, çalakiyên ronîkirina komkujiya Parîsê

Li Frankfûrt û Lozanê, çalakiyên ronîkirina komkujiya Parîsê

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, bi armanca ronîkirina komkujiya Parîsê, li ber Konsolosiya Fransî çalakiyek hat lidarxistin.

Çalakiya vê hefteyê li Hanaû ê ji aliyê jinên Kurd ve hat lidarxistin. Çalakiya ku doh saet di 14.30’an de destpê kir saet di 15.00’an de bi dawî bû. Di çalakiyê de wêneyên siyasetmedarên Kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyal Şaylemez ên di komkujiya Parîsê de hatin kuştin, hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de dirûşmên, „Emê hesabê Parîsê bipirsin“, „Me komkujiya Parîsê ji bîr nekirine, emê ji bîrr nekin“ hatin qêrîn. Namzeta hilbijartinên eyaleta Hesenê ya partiya çepgir a Elman (Die Linke) Emîne Pektaş jî di çalakiyê de amade bû.

Her weha, di çarçoveya kampanya „Em edaletê dixwazin“ de ku ji aliyê endamên Meclîsa Jinê ya Amara û Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) ve hatibû destpêkirin, 20 kart ji rayedarên Fransî re hatin şandin.

Li bajarê Swîsre Lozanê jî, Yekitiya Jinên Sosyalîst, bi armanca ronîkirina komkujiya Parîsê çalakiya rûniştinê lidar xist.

Jinên li Meydana St. Laurent rûniştin, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîr anîn û xwestin, komkujî bê ronîkirin.

Jinan di çalakiyê de devê xwe bi banda reş girêdan, belavokên bi zimanê Fransî belav kirin û banga hestiyariyê li raya giştî kirin. Tevgera Jinên Kurd a Lozanê jî piştgirî da çalakiyê.