Li Fîlîpînan qezaya keştiyê: hejmara miriyan gihişt 34’an

Li Fîlîpînan qezaya keştiyê: hejmara miriyan gihişt 34’an

Li grava Cebu ya Fîlîpiniyan keştiyeke rêwiyan bi keştiya kargoyê re li hev ket û keştî ket avê. Di encama qezayê de 34 kes mirin û 85 kes jî wenda ne.

Ji ber şert û mercên hewayî, ekîba rizgariyê nekare xwe bigihîne enqasa keştiyê. Hate hînbûn ku dibe di enkaza keştiyê de di valahiyên hewayê de hinek kes bijîn.

Roja înê li gorî saeta herêmî 21.00’an de qeze pêk hat û di dema qezayê de di keştiyê de 800 kes zêde hebûn. Neta niha 34 cesed hatin dîtin. 600 kes jî ji aliyê peywir û masîvanan ve hatin xilaskirin.

Di encama qezeyê de li gorî hejmara fermî 170 wenda hebûn lê ev daket 85’an. Peywirdarên ewlehiyê û keştiyên leşkerî jî tevli xebatê xilaskirinê bûn û ji ber şert û mercên dijwar xebat nekarin bimeşe û hewl didin xwe bigihînin enkaza keştiyê.

Rayedaran da zanîn ku dibe di valahiyên hewayî yên keştiyê de kesên sax hebin.

Di vê navberê de keştiya kargoyê ya bu sedema qezayê jî aydê şîrketa Span Asîa Carrîer Cop bû. Span Asia Carier Corp di sala 1987’an de ferîbota  tevli felaketa herî mezin a behrê bibû. Di qezayê de 4 hezar kesî jiyana xwe ji dest bû.