Li Festîvala Yekîtiya Neteweyan çanda Kurd bal kişand
Li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê di Festîvala Yekîtiya Neteweyan de komên çand û hunerê yên Kurd bal kişandin.
Li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê di Festîvala Yekîtiya Neteweyan de komên çand û hunerê yên Kurd bal kişandin.
Li navçeya Novoalêksandroskaya ya herêma Stavrapolê ya Rûsyayê Cejna Yekîtiya Neteweyan hate lidarxistin. Otonomiya Federal a Kurd ya li vê herêmê jî beşdarî festîvalan bû.
Bernameya pîrozbahiyê bi axaftinên nûnerên neteweyan dest pê kir û piştre jî hunermendan stran û awazên xwe pêşkêş kirin.
Li ser navê Kurdên li herêma navborî koma govendê ya bi navê; “Kulîlkên Rojê” û Dengbêj Albîna Lezgiyêva derketin ser dikê, govend û stranên bi Kurdî pêşkêş kirin. Her wiha hunermendên Kurd bi germahî hatin pêşwazîkirin.
Serokê Otonomîya Kurdên li Stavropolê Husêynê Çerkez Axmêdov, di çarçoveya ked û hunera Kurdî ya di nava Yekîtiya Neteweyên Fedarasyona Rûsyayê de hate xelatkirin.