Li Farqînê şermezarkirina HES’ê

HES’a çêkirina wê li navçeya Farqînê ya Amedê didome ji aliyê HDP’yî û DBP’yiyan ve hat şermezarkirin.

HES’a çêkirina wê li navçeya Farqînê ya Amedê didome ji aliyê HDP’yî û DBP’yiyan ve hat şermezarkirin.

HES’a çêkirina wê li Farqînê didome li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê hat şermezarkirin. Hevserokê HDP’a Farqînê Akkan Başaran ê li vir axivî got ku bendava HES’a ya çêkirina wê didome ne masûm e û pêwîst e her kes vê zanibe. Başaran axaftina xwe wiha domand: "HES û bendavên tên çêkirin, wê ekosîstemê xera bike, jiyana zindiyan û cihên têre derbas dibin wê ji holê rake. Bi rêya bêhstendinê wê pençeşêra kezebê çêbike, wê bibe sedem ku jin zarokên mirin bînin dinyayê. Di heman demê e wê avên vexwarinê êdî neyên vexwarin û avhewa wê xera bibe… Li hember van polîtîkayên talanê, kalekolan, HES’an û çeteyên DAIŞ’ê wextê yekîtiyê ye. Wê yekîtî me bigihîne serketinê.”