Li Ewrûpa û Rûsyayê çalakiyên ji bo ‘Efrînê’

Li Îtalya, Elmanya û Rûsyayê Kurdistanî û dostên wan xwedî li Efrînê derketin.

FLORANSA

Li bajarê Floransa yê Îtalyayê Kurd û dostên wan ên Îtalyan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn ê ku li Parîsê hatibûn qetilkirin. Di heman demê de êrîşên li ser Efrînê jî hatin protestokirin.

Dahata çalakiyê wê ji Efrînê re were şandin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê çalakiyên protestoyê yên ji bo Efrînê didome. Girse bi pêşengiya Civaka Îslamî ya Kurdistanê çalakiyek li dar xist.  Çalakî li pêşiya Eûropa Galerîeyê hate lidarxistin û bi sedan Kurdistanî beşdar bûn.

KRASDNOAR

Li bajarê Krasnodarê yê Rûsyayê bi pêşengiya Tevgera JinênKurd ên Rûsyayê êrîşên li ser Efrînê hatin protestokirin.

Jinan li vê derê êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê şermezar kirin û di serî de Rûsya bang li welatên cîhanê kirin ku li hemberî Tirkiyeyê dengê xwe bilind bikin.

SARATOV

Li navçeya Erşov a Saratovê ya bi ser Rûsyayê bi pêşengiya Otonomiya Çanda Kurd êrîşên Tirkiyeyê hatin protestokirin.

Di çalakiyê de girseyê sloganên ‘Bijî berxwedana Efrînê’ û ‘Erdoganê qatil’ berz kirin.