Li Ewropayê li dijî kesên îltîca kirine terora AKP’ê û Interpolê
Li Ewropayê li dijî kesên îltîca kirine terora AKP’ê û Interpolê
Li Ewropayê li dijî kesên îltîca kirine terora AKP’ê û Interpolê
Bulgarîstanê welatiyê kurd yê bi navê Halef Tak ku di 17’ê hezîranê de ji bo betlanê çibû Varnayê û bi hinceta ji aliyê tirkiyeyê ve bi înterpolê tê lêgerînkirin hatibû girtin, berdan. Tak ku du mehan girtî ma, piştî hat berdan çû Oslo û ji wir jî çû bajarê Lîdkopîng a Swêdê.
Dadgehê sûcdariyên Tirkiyeyê ya der barê Tak de lêkolîn kir û sûcdariyên Tirkiyeyê di cih de nedît, daxwaza Tirkyeyê ya radestkirinê qebûl nekir. Li ser vê Tak hat berdan.
Pêkanînên destilhatdariya AKP’ê ya li ser gelê kurd, tenê bi Tirkiyeyê sînor namîne.
AKP’ê pêkanînên xwe yên dij-demokratîk li welatên Ewropa jî bi tundiyek mezin dimeşîne. Erdogan berê welatên Ewropa hin ceta piştgiriyê dide rêxistina terorê sûcdar dikir û di navbera du rayedarên welat de penaberên polîtîk dibin mijara bazarê. Sefîrên Tirkiyeyê di her hevdîtinê de nerehetiyên xwe yên li dijî xebatên kurdan tînin ziman û daxwaz dikin pêşî lê bê girtin. Carna ev bazar û zext bi serdegirtina komleyan û girtina welatparêzan encam dibe.
AKP ji vê derfetê înterpolê gelek fêde girt. Lîsteyên ku dewleta tirk amade dike, ji înterpolê re diş3in eû dixwaze kesên îltîca kirine bê radestkirin.
Di sala dawî de 3 welatparêzên kurd ku bi salan bu li Swêdê dijî û welatparêzên Swêdê ne li Polonya, Letonya û Bulgarîstanê lêgerîna wan dest pê kir û hatin binçavkirin.
Welatên Ewropayê ji bo berjewendiyên xwe yên leşkerî û aborî peymana Cenevreyê binpê dike. Welatiyên ku mafên îltîcayê bo wan hatiye digirin.
Dogan ku bi salan di girtîgehê de ma di sala 2006’an de hat Swêdê û daxwaza îltîcayê kir. Hikûmeta Swêdê serlêdana wî qebûl kir û lê di 2009’an de bi daxwaza Tirkiyeyê hat binçavkirin. 9 mehan di girtîgehê de ma û ji ber ku îltîcayê siyasî bû hat berdan. Dogan ku sala borî çû Polonya li wir dîsa bi daxwaza Tirkyeyê hat girtin û 3 meh di girtîgehê de ma.
Welatên Ewropa bi binpêkirina peymana Cenevreyê dikarin kesên îltîcakirine yên siyasî bigirin. An jî welatekî YE’ê dikare penaberekî siyasî bide welatekî din û bi daxwaza Tirkiyeyê bigire.
Sedema vê êrîşa dewleta tirk eve ku xebat û têkoşîna welatparêzên kurd yên derveyê welat asteng bike. Dewleta tirk ji bo îmajek bi hêzbûnê bide xwe terorê pêk tîne.
Desthilatdariya AKP’ê tenê xebatkar û kadroyan hedef nagire, hemû penaberan û kurdan hedef digire. Tenê kurdbûna wan bes e.