Li Ewropayê li dijî dewleta Tirk ‘Hefteya hêrs û berxwedanê’

Yekîtiya Neteweyî ya Ewropa-Kurdistanê ya ku şoreşger û demokratên ji Kurdistan û Tirkiyeyê tê de cih digirin û Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê civîneke hevpar li dar xistin û diyar kirin ku wan 1-4’ê Tîrmehê Hefteya Hêrs û Berxwedanê îlan kirine.

Civîn di 27’ê Hezîranê de li bajarê Kolnê yê Elmanyayê hate lidarxistin. Di civînê de li ser êrîşên dagirker û qetlîamên dewleta Tirk ên li ser bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê hate sekinandin.

Yekîtiya Neteweyî ya Ewropa-Kurdistanê û Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê piştî civînê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ê bi slogana ‘Em bi berxwedan û têkoşîna hevpar nahêlin dagirkerî û faşîzm pêk were.’ Li ser vê armancê biryar hate stendin ku divê bi lez komîteyên hevpar werin avakirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Bi komîteyên ew ê werin avakirin, bi tevlêbûna sazî û dezgehên koçber û Ewropayê, wê li dijî êrîşên dagirkerî û faşîst ên Tirkiyeyê têkoşîneke hevpar were lidarxistin. Bi piştgiriya gelên cîhanê wê li dijî bêdengiya dewletên emperyalîst helwest were nîşandan û bi berxwedanê em ê faşîzmê têk bibin û pêşiya azadî û wekheviyê vekin.”

1-4’Ê TÎRMEHÊ HEFTEYA BERXWEDANÊ

Di civînê de hate diyarkirin ku 1-4’ê Tîrmehê ‘Hefteya hêrs û berxwedanê’ hatiye îlankirin. Tê diyarkirin ku wê di hefteya pêşîn a Tîrmehê de li dijî qirkirin, faşîzm û dagirkeriyê çalakî werin lidarxistin.

Li ser vî esasî

Wê di 1’ê Tîrmehê de li hemû herêman saet di 18.00’an de çalakî werin lidarxistin.

Di 2’ê Tîrmehê de bi organîzasyona Elewî û ciwanan wê li dijî qetlîamên Kurdistan û Madimakê çalakî werin lidarxistin.

Di 3’ê Tîrmehê de wê bi pêşengiya tevgera jinan li her qadê li dijî dagirkeriyê çalakî werin lidarxistin.

Di 4’ê Tîrmehê de wê li her dera dinyayê çalakiyên girseyî were lidarxistin.

ÇALAKIYÊN 4’Ê TÎRMEHÊ

Di 4’ê Tîrmehê de ew ê li van deran çalakî were lidarxistin: Koln, Berlin, Erfurt, Kassel, Sachsen, Hannover, Hamburg, Bremen, Oldenburg Kiel, Frankfurt, Giessen, Mainz, Nurnberg, Munchen, Stuttgart-Phorzheim, Freiburg, Helborn, Bodensee, Mannheim, Saarburchen, Darmstat; Li Fransayê Paris, Marsilya, Bordeaux, Draguignan, Lyon, Rennes, Strasbourg, Londra; li Hollandayê Amsterdam û Arnhem; Li Belçîkayê Bruksel, Liege û Anvers; li Swêdê Stocholm, Borlange- Goteborgê wê çalakî werin lidarxistin.

Hate diyarkirin ku ji bo naskirina statuya Şengalê û li dijî qetlîamên li ser Şengalê wê di 10’ê Tîrmehê de li Hannoverê meşeke mezin were lidarxistin, ev meş wê di 13’ê Tîrmehê de bi dawî bibe.

Di 10’ê Tîrmehê de jî wê bi pêşengiya organîzasyon û pêşengên ji Başûrê Kurdistanê li pêşiya konsolosxaneyên Tirkan û Iraqê yên li Frankfûrt, Berlîn, Londra, Bruksel, Stockholm, Den Haag û Osloyê êrîşên Tirkiyeyê werin protesto kirin.

Wê ji 14’ê Tîrmehê heta 18’ê Tîrmehê jî li dijî êrîşên li ser Efrînê wê li pêşiya Parlementoya Berlînê kon were vegirtin.

Li dijî êrîş û ambargoya li ser Mexmûrê jî wê di 25’ê Tîrmehê de li Lozanê meşek were lidarxistin û wê ev meş heta pêşiya Neteweyên Yekbûyî bidome.