Li Ewropayê ji çalakiyên Kobanê re eleqeyeke mezin tê nîşandan
Li Ewropayê ji çalakiyên Kobanê re eleqeyeke mezin tê nîşandan
Li Ewropayê ji çalakiyên Kobanê re eleqeyeke mezin tê nîşandan
Li gelek navendên Ewropayê duh jî Kurdistanî ji silavkirina berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê û hêzên destekê didin çeteyan, herikîn kolanan.
SALZBURG
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Awûstûrya Salzburgê hatin cem hev, ji gara navendî heta ber Dêra Dom a dîrokî meşiyan. Çalakgeran di meşê de belavok belavkirin û ji bo demeke kurt mîtîngek lidar xistin. Di axaftinên li mîtîngê de desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê hat şermerzarkirin û piştgirî ji berxwedêrên Kobanê re hat dayîn.
DRAGUÎGNAN
Kurdên li herêma Cote D'Azur a başûrê Fransayê dijîn, li bajarê Draguîgnanê stand vekirin û di mijara Kobanê de agahî dan derdorê. Li standa ku Fransiyan eleqeyeke mezin nîşan dan de, bi sedan belavok hatin belavkirin.
LORIENT
Li bajarê Lorient ê li rojavayê Fransayê, bi beşdariya 500 Kurdistanî û dostên wan çalakiya piştevaniyê hat lidarxistin. Çalakgerên li ber Dêra Kerentrechê hatin cem hev saet di 17'an de meşeke protestoyî lidarxistin û piştî meşa 5 kîlometreyan li ser rê çalakiya rûniştinê lidar xistin û ji bo demeke kurt rêya bingehîn li çûn û hatinê girtin. Kurdistanî dûre li Meydana Aristide Briandê civiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê.
KIEL
Li bajarê Elmanya Kielê, ji aliyê Antifa Enternasyonal ve çalakiyeke piştevaniya Kobanê hat organîzekirin. Çalakiya ku 2 hezar kes beşdar bûn, li meydaan Asmus Bremezê destpê kir. Li dû meşê rêya li pêşiya Şaredariyê hat girtin û mîtîngek hat lidarxistin.
OSLO
Li Osloyê komek ji Kurdistaniyan, ji bo balê bikşînin ser berxwedana li Kobanê stasyona trenê ya navendî ya li Osloyê ji bo demekê dagir kirin. Nêzî 20-30 Kurd, danê êvarê saet di 19:00 de li stasyonê çalakiya rûniştinê pêkanîn û pankartên li ser mijarê yên bi zimanê Norwêcî vekirin. Çalakî bi qasî 2 saetan dewam kir û bêyî destwerdaneke polîsan bi dawî bû.
TRONDHEIM
Li bajarê Trondheim ê li derdora navendî ya Norwêcê ye, Kurd ji bo Kobanê hatin cem hev. Bi sedan Kurdistaniyên civiyan, ji nûnerên Partiya Karker a Norwêcî (AP), Partiya Rastgir (H), Partiya Keskan (MDG) û Partiya Çep (SV) destek dîtin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Save Kobanê" hat hilgirtin û bi dirûşman desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan hat şermezarkirin.
STAVANGER
Li Stavanger yek ji bajarên parzîngehê yên Norwêcê, Kurdan xwepêşandana destekkirina Kobanê lidar xistin. Li cihên herî navendî yên bajêr dirûşmên "Bijî YPG, Bijî YPJ" hatin qîrîn.
BERGEN
Li peravên welêt bajarê Bergenê jî, ev çar roj in bênavber ji bo Kobanê çalakî tên lidarxistin. Kurdên li Bergenê dijîn, du şevan li ber Şaredariya Bergenê man. Her wiha li ber saziyên medyayê yên herêmî û neteweyî çalakî lidar xistin. Çalakiyên hatin lidarxistin, bûn yek ji rojevên bingehîn ên medya herêmî û neteweyî.
MÎLAN/PARMA
Li bajarê Îtalya Mîlanê ciwanên Îtalî li Meydana Cadornayê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de dirûşmên Vîva Kobanê, Vîva Kurdistan hatin qîrîn û belavok li ser mijara Kobanê hatin belavkirin.
Li Parma jî nêzî 100 kesî li navenda bajêr çalakiyek pêk anîn. Çalakgeran dirûşmên "Kurdistan wê li DAIŞ'ê bibe goristan" qîriyan.
MONTPELLIER
Li bajarê Fransa Montpellierê, li Meydana Comedi çalakiya kon hat destpêkirin. Çalakgeran li kon tevahiya rojê belavok belav kirin û der heqê Kobanê de welatiyên Fransayê agahdar kirin.
STOCKHOLM
Li paytexta Swêd Stockholmê, Kurdistaniyên li Meydana Sergelê greva birçîbûnê dewam dikin, tevahiya rojê li ser armanca çalakiya xwe axaftin kirin. Komek ji ciwanên Kurd jî li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Swêdê çalakiyek lidar xist û helwesta desthilatdariya AKP'ê ya li hemberî Kobanê û qetilkirina Kurdistaniyên ji bo destekkirina gelê Kobanê lidar xistin, şermezar kirin.
SODERHAMN
Li bajarê Soderhamnê jî saet di 10:00 de Kurdistanî hatin cem hev û ji bo çeteyên DAIŞ'ê protesto bikin, xwepêşandanek lidar xistin. Xwepêşandan bi beşdariya 200 Kurdistaniyan pêk hat.
HUDÎKSVALL
Li Hudîksvallê ku li herêma Gävleborgê wargeheke biçûk e, Kurdistaniyan xwepêşandanek lidar xistin. Di xwepêşandana saet di 12:00 de destpê kir, li dijî çeteyên DAIŞ'ê û desthilatdariya AKP'ê dirûşme hatin qîrîn.