Li Ewropayê hilbijêrên HDP’ê diherikin ser sindoqan

Hilbijêrên HDP’ê yên li Stuttgartê dawiya hefteyê dinirxînin diherikin ser sindoqan.

Hilbijêrên HDP’ê yên li Stuttgartê dawiya hefteyê dinirxînin diherikin ser sindoqan.

Hilbijêrên HDP’ê yên ji ber komkujiya li Enqereyê di nav xemgîniyê de ne bi dirûşma, “Dîsa dîsa aştî” û li hember AKP’ê diçin ser sindoqan.

Li cihê ku deng tên bikaranîn, 11 muşahîd û 2 endamên koordînasyonê yên HDP’yî bi rêzgirtina ji bo kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane dest bi wezîfeyê kirin.

OTOBUS TIJÎ BÛN

Îro li herêma Ulm otobusek hilbijêrên HDP’ê bi awayekî bi komî hatin herêma Stuttgart da ku dengên xwe bikar bînin. Dîsa bajarê Mannheim jî îro sê otobus ji bo dengdanê rabûn. Dîsa 3 otobus ji bo dendanê ber bi herêmên Karlsruhe, Maînz û Frankfurt ketin rê.

Li herêma Freîburg Weîl am Reîn jî otobus ber bi herêma hilbijartinê ya Karlsruhe ketin rê.

50 endamên Navenda Elewiyan a Bruchsal û ji herêma Freîburg 60 kes bi wesayîtên zirxî çûn li herêma hilbijartinê Karlsruhe dengên xwe bikar anîn.

...