Li Ewropayê di kongreyan de berxwedana Efrînê hate silavkirin
Saziyên Kurdistanî yên ku li Ewrûpayê kongreyên xwe pêk anîn. Di kongreyan de berxwedana Efrînê hate silavkirin û hate destnîşankirin ku wê dewleta Tirk carek din têk biçe.

BRUKSEL
Li kongreya NCDK a peytexta Belçîka Brukselê êrîşên dagirker ên li hember Efrînê hatin nirxandin û delegeyan gotin, bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrîş dikarin bên şikandin.
GREVENBROICH
Li bajarê Grevenbroich ê Elmanyayê, komuna Jinê Tîjda Ekecîk hate îlankirin. Di kongreya damezrandinê de bang hate kirin ku li hember êrîşên li dijî Efrînê herkes dakeve qadan.
Tîjda Ekecîk ku navê wê li komunê hate kirin, li Zagrosan di encama êrîşên di navbera 8-15’ê Îlona 2016’an de bi sê havalên xwe re şehîd ketibû.
GIESSEN
Li bajarê Elmanya Giessenê 8. kongreya Meclîsa Gel a Giessenê pêk hat. Zêdeyî 10 kes tevlî kongreyê bûn û 53 kesan di meclîsê de cih girt.
Di axaftinên li kongreyê de têkoşîna Kurdan a li hember DAÎŞ’ê hate bibîrxistin û hat ragihandin ku wê ciwanên Kurd li Efrînê jî bi heman awayî şer bikin. Herwiha hate destnîşankirin ku wê devleta Tirk, faşîzma AKP’ê li Efrînê têk biçe.
DRESDEN
Li bajarê Elmanya Dresdenê jî Meclîsa Jinê Uta 3. kongreya xwe ya awarte pêk anî.
Kongre diyarî Şehîd Delal Amed û Aze Malazgirtê kirin û berxwedana Efrînê silav kirin.
Kongre bi bangawaziya ji bo tevlîbûna meşa ‘Efrîn ne tenê ye’ ya ku wê di 2’ê Sibatê di saet 17’an de pêk were, bi dawî bû.
MARSÎLYA
Li bajarê Fransa Marsîlyayê Meclîsa Jinê Arîn Mîrkan 4. kongreya xwe ya awarte bi şiyara ‘bi ruhê berxwedaniya Efrînê em xwe birêxistin bikin’ pêk anî. Nêzî 100 delege û Kurdistanî tevlî kongreyê bûn. Kongre ji şervana YPJ’ê Avesta Xabûr û Delal Amed, Nalîn Muşi, Aze Malazgirt û gerîllayên jin ên jiyana xwe ji dest dane re hate diyarkirin.
PARÎS
Li Parîsê Dergaha Elewiyan Pîr Sultan 2. kongreya xwe ya awarte li dar xist. 100 jê endam, bi tevlîbûna nêzî 160 kesan kongre pêk hat.