Li Ewropayê çalakiyên ji bo Kobanê didomin

Li Ewropayê çalakiyên ji bo Kobanê didomin

Li gelek navendên Ewropayê Kurd daketin qadan,  êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şermezar kirin, meş û mîtîng li dar xistin.

PARÎS

Ciwanên Kurd ên Parîsê saet di 18.30’an de li gara herî mezin a Parîsê Gara Montparnasse çalakiya rûniştinê pêk anîn. ciwanên ku dovîz û hildan piştî demekê ketin dorpêça polîsan.

Ciwanan li ser vê dirûşm berzkirin û der barê rewşa Kobanê de axivîn. Yên derdorê eleqeyek mezin nîşan dan,çalakî 40 saetan berdewam kir, ji bo meşa Parîsê jî bang hat kirin.

LÎMBURG / SÎEGEN

Li bajarê Lîmbugr a Elmanyayê meş û mîtîngek pêk hat û bêdengiya raya giştî hat prostestokirin.

Bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn û berxwedana YPG’ê hate silavkirin.  Di meşa li Sîegenê pêk hat jî nêzî 700 kes tevlî bûn û di meşê de peyamên piştevaniyê hatin dayîn.

BODENSEE

Kurdên Bodensse û derdora wê dijîn li bajarê Frîedrîchshafen di çalakiyê de hatin cem hev û  çalakî li Buchhornplatz destpê kir.  Dovîz, pankart û alên PYD’ê hatin hildan. Piştî meşê mîtîngek pêk hat.

GOTTÎNGEN

Li bajarê Gottîngen a Elmanyayê ev hefteyeke çalakiya kon berdewam dikir û bi mîtîngekê bi dawî bû. Nêzî 500 Kurdên li qadê civiyan dest bi meşê kirin. Çalakgerên ku îro wê tevlî meşa Dusseldorfê bibin wê roja Duşemê dîsa li Gottîngenê derbasî çalakiyê bibin.

WESEL

Li bajarê Wesel a Elmanyayê meşek pêk hat. Meş ji aliyê Mala Êzidiyan pêk hat û nêzî hezar kes tevlî bûn. Nûnerên Malacemê,  NAVDEM û nûnerên Partiya Çep tevlî bûn.

ASCHAFFENBURG

Li bajarê Aschaffenburg a Elmanyayê jî meşek pêk hat. Meş ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk ve hate organîzekirin û nêzî 400 kesî saet di 18.30’an de li ber navenda Cîty galerî hatin cem hev. Li ser rewşa Kobanê daxuyanî hat xwendin. Ciwanan belavok belavkirin.

STUTTGART

Li bajarê Stuttgart a Elmanyayê çalakiya konê li qada Schloss Platz didome.

BORDEAUX

Li bajarê Bordeaux  a Fransayê Kurd ji Place de la Victoir heta qada Şanoyê meşiyan û nêzî 600 kes tevlî meşê bûn. Di axaftinên ku hatin kirin de komploya 9’ê Cotmehê jî hat şermezarkirin.

NANTES

Li bajarê Nantes  jî Kurd û dostên Kurdan daketin qadan. Li gel barana dijwar jî bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn.

Çalakger heta Platze du Royale meşiyan û terora dewleta Tirk a li hember gelê Kurd hat şermezarkirin.

VIYANA

Li Viyanayê jî  ji aliyê yekîtiya hêzê ve mîtîngek hat organîzekirin. Meşa saet di 17.30’an de destpê kir li ber parlamentoya Ewropayê veguherî mîtîngê. Kurdan li vir nîv saetê çalakî pêk anîn û Kurd piştre dîsa vegeriyan ber wezaretê.

INNSBRUCK

Li bajarê Innsbruck a Avusturyayê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin di roja sêyem de bi dawî bû.

HELSÎNKÎ

Li bajarê Helsînkî yê Fînlandiyayê Kurdên hatin cem hev êrîşên Kobanê şermezar kirin. Ji roja Duşemê heta niha li ber 13 parlamento û nûneriyên YE’ê mîtîng pêk anîn û belavok belavkirin.

STOCKHOLM

Li Stockholmê jî duh di setên nîvro de bi armanca êrîşên DAIŞ’ê protesto bikin û piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê  Kurdan dest bi greva birçîbûnê kirin û di saetên êvarê de dest bi çalakiyê kirin.

GAVLE

Kurdên li Gavle dijîn jî careke din ji bo Kobanê li qada bûn. Kurdên ku duh bi meşekê çeteyên DAIŞ’ê protesto kirin îro bi armanca ku partiyên siyasî yên Swêdê bixin nava tevgerê li ber avahiya şaredariyê çalakiyek pêk anîn.