Li Ewropayê çalakiyên Aşûreyê
Li Ewropayê çalakiyên Aşûreyê
Li Ewropayê çalakiyên Aşûreyê
Li Ewropayê, Elewiyan di dawiya vê hefteyê de li gelek navendan çalakiyên Aşûreyê lidar xistin. Di çalakiyên bi hezaran Elewî beşdar bûn de, peyamên piştgirîdayîna Şengal û Kobanê hatin dayîn.
HAGEN
Li bajarê Elmanya Hagenê, Elewiyên di bin sîwanê Dergaha Çanda Elewiyan de kom dibin, di çalakiya Aşûreyê de hatin cem hev. Di çalakiyê de bi moderatoriya Songul Dogan, panelek bi beşdariya nivîskar Erdogan Yalgin û Nesîm Dogan pêk hat û di axaftinên li panelê de hat destnîşankirin ku zilma li Kerbelayê li Îmam Huseyîn hatiye kirin, îro ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tê kirin.
Beriya destpêkirina rîtuelên berlavkirina Aşûreyê, Pîr Mûstafa Arslan bal kişand ser mijara Heq û Neheq a di felsefeya Sersor/Elewiyan de û destnîşan kir ku li pêşiya Elewiyekî/ê du rê hene; ya yekemîn rêya heqê ku ji nirxên nûr, ronahî û exlaqê pêk tê, ya duyemîn jî neheq e, ku ji tarîtî û zilmê pêk tê. Piştre Pîr Mûstafa Arslan jib o Aşûreyê bulbank da û piştre Aşûre li beşdarên merasîmê hat belavkirin.
ELEWÎ LI GIESSENÊ HATIN CEM HEV
Koma Xebatê ya Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Giessenê û Komeleya Elewiyan a Giessenê, çalakiya Aşûreyê lidar xistin. Di çalakiya li Komeleya Elewiyan a Giessenê de erkana Aşûre ji aliyê Pîr Haşim Kûtlû ve hat meşandin. Di mûhabeta ku beşdariya wê zêde bû de, der barê Elewîtî û rîtuelên wê de agahî hatin dayîn û helwesta Elewiyan a li dijî Kerbelayên roja îro, hat nîqaşkirin. Axaftvanan bal kişandin ser rewşa li Şengal û Kobanê û hat destnîşankirin ku girîng e aliyê mazlûman û mafdaran bê girtin. Çalakî bi belavkirina gulbank û Aşûreyê bi dawî bû.
LI LEVERKUSENÊ CEM Û ÇALAKIYA AŞÛRE
Li Navenda Giştî ya Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) ku li Leverkusenê ye, cem û çalakiya aşûre hat lidarxistin. Erkana cemê ya bi beşdariya Elewiyên ji Koln û derdora wê pêk hat, ji aliyê Pîr Mûstafa Misir û Pîr Bulent Aldede ve hat meşandin. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser baweriya Elewiyan, Kerbela, meha Mûharrem a Şînê û girîngiya wan. Pîr Mûstafa Misir bal kişand ser taybetmendiya Elewiyan a berxwedêr, li derveyî dewlet û desthilatdariyê û exlaqa wan a civakî. Pîr Mûstafa Misir da zanîn ku Kerbeleya roja îro Şengal û Roboskî ye û diyar kir ku li Kobanê ew li cem mazlûm û mafdaran e. Misir anî ziman ku sedema qetilkirina Elewiyên Sersor li Dêrsim, Mereş, Çorûm, Sêwas û gelek cihên din, daxwaza wan a cîhaneke wekhev û bê kedxwariyê bû.
Pîr Sûltan Mûstafa da xuyakirin ku ji Hallaci Mansûr heta Nesîman, ji Pîr Sûltan Abdalan heta Şêx Bedredînan Elewîtî lêgerîna heqîqetê ye û ji bo vê jî berdêlên giran hatine dayîn û anî ziman ku mîna Seyîd Riza ew ê li pêş serdestan serê xwe netewînin û her tim di dilê wan de bibin derdek. Çalakiya cemê bi banga alîkariyê ji bo Şengal û Kobanê û belavkirina pariyan bi dawî bû.
LI DU HERÊMÊN PARÎSÊ ÇALAKIYÊN AŞÛREYÊ
Rêxistina Fransayê ya Federasyona Elewiyan a Demokratîk, li navenda Çanda Kurd a li Paris-Villiers le Bel di 9'ê Mijdarê de çalakiya Aşûreyê lidar xist. Di çalakiyê de zêdeyî sed Kurdistaniyên Elewî û Misilman amade bûn.
Di çalakiya Aşûreyê ya bi rêveberiya Pîr Riza Yagmûr hat meşandin de, Yagmûr destpêkê bi kurtasî behsa dîroka Aşûreyê kir. Piştre jî bûyera Kerbela, berxwedana Îmam Huseyîn û pevçûnên desthildatdariyê yên di nava Îslamê de vegot. Pîr Riza Yagmûr da zanîn ku Kerbela her tim dewam dike û Kerbelaya herî dawî jî Kobanê ye. Pîr Yagmûr anî ziman ku di vî şerî de Elewî li cem gelê mazlûm û mafdar e. Di dewama axaftina xwe de Pîr Riza Yagmûr diyar kir ku yê li Kobanê Huseyîn temsîl dike gelê Kurd ê berxwedêr e nûnerên yezîdan jî çeteyên DAIŞ'ê û destekdarên wan e.
Li dû Yagmûr, nûnerê Tevgera Îslamî Melle Şevket axaftinek kir.
Piştî civînê li beşdaran Aşûre hat belavkirin û bariyên îsal diyarî cangoriyên Kobanê hatin kirin.
Çalakiyeke din a Aşûreyê ya Rêxistina Fransa ya Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Navenda Çanda Kurd a Ehmedê Xanî ya li herêma Paris-Villeneuve Saint George di 8'ê Mijdarê de pêk hat. Bi sedan Kurdistaniyên Elewî û Misilman beşdarî merasîma Aşûreyê bûn. Di vê çalakiyê de jî bal hat kişandin ser berxwedana li Kobanê û çalakî bi belavkirina Aşûreyê û pariyan bi dawî bû.