Li Ewropayê 4’ê Nîsanê coşek mezin hat pîrozkirin

Li Ewropayê 4’ê Nîsanê coşek mezin hat pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê li gelek bajaran hat pîrozkirin.

DUSSELDORF

64’emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Dusseldorf a Almanyayê hat pîroz kirin.Komeleya Kurd a Dusseldorf pîrozbahî organîze kir û saet di 17.00’an de dest pê kir. beriya pîrozbahiyê tevgera jinan a kurd semînerek pêk anî. Di semînerê de balkişandin ser girîngiya gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn.

Nûnera Tevgera Jinan a Kurd diyar kir k udi vê pêvajoyê de divê jinên kurd zêdetir têbikoşin. Semîner bi xwendina danezane der barê Rojbûna Ocalan de bi dawî bû.

Piştî Semînerê pasteya rojbûna Ocalan ji aliyê zarokan ve hat birîn. Hozan Navdar jî tevli pîrozbahiyê bû û pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.

AACHEN-DURREN

Rojbûna Ocalan li bajarê Aachen û Duren a Almanyayê jî hat pîrozkirin. Pîrozahî ji aliyê komîsyonên jinan yên bajar, rêveberiyên komeleyan hat organîzekirin. Pîrozbahiya li Aachen li Mala Gelê kurd pêk hat. Bi dehan kes tevli bûn û bi dirûşmeyan piştgiriya bo Ocalan hat bilêvkirin. Pîrozbahî bi xwendina peyama Ocalan dawî bû. pişter li ser navê YJA Gulay Derîn axaftinek kir.

Hunermend Serdar Azad û Ronî Erez bi stranên xwe gel coşand.

Li Durenê jî li Mala kurdpan pêk hat. Zarok tevli pîrozbahiyê bûn. Piştî birîna pasteya rojbûnê, stran hatin gotin.

HAMBURG

Li Hamburgê jî b iheman armancê organîzasyonek pêk hat. Bi pêşengiya Mala Jinan a Roojbîn li cadeya Mönckebergstrasse mîtîngek pêk hat.

Di çarçoveya kampanyaya ‘ji bo Ocalan azadî’ de îmze hatin berhevkirin. Encama Meclisê Leyla Kaya axivî û got ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê Ocalan rola sereke dilîze. Kaya azadiya Ocalan xwest û Peyama Ocalan hat xwendin.

Li qadê bi wesîleya rojbûna Ocalan balonên kesk, sor, zer hatin daliqandin û pankartên cur bi cur hatin daliqandin.

Di saetê êvarê de dîsa ciwanên kurd yên li Hamburgê li Komeleya Çanda Alman a Kurd ya Hamburgê şahiyek pêk anî.

OSNABRUCK

Li Osnabruckê li Komeleya Çanda Kurd pîrozbahî pêk hat. Mase hemû bi rengên kesk, sor, zer xemilîn. Serokê Meclisa Gel a Bîelefeldê Tahîr Koçer axivî û diyar kir têkoşîna netewî a Kurd qezencên xwe her sal mezin kiriye got 10 salên destpêkê bûne partî, 10 salên din bûne artêş û ya 10 salên din jî dê azad bibin.

 DUISBURG

Li Duîsburgê li Komeleya Piştevaniya Kurdistanê bi tevlibûna sedan kesî rojbûna Ocalan hat pîrozkirin. Ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.

Ji Komîsyona Jinan Hayat Alî axivî û peyama KJB’ê xwedn. Berdevka Meclisa Gel a Duîsburg Sevkan Yilmaz jî rojbûna Ocalan pîroz kir. Koma Rizgar û ekîba reksê tevli şevê bûn.

FRANKFURT

Li Frankfurtê jî meşek pêk hat. Ciwanên li ber Marktplatz hatin cem hev posterên Ocalan vekirin meşiyan.

LORIENT  

Li Loîrent ya Fransayê rojbûna Ocalan bi girseyî hat pîrozkirin. Pîrozbahî saet di 21.00’an de li Salle de Coucher pêk hat. Li vir axaftin hatin kirin û hat diyar kirin ku vejîna Ocalan, vejîna gelê kurde.

Her wiha Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan jî hatin bibîranîn. Pasteya Ocalan ji aliyê jinan ve hat birîn.

STRASBOURG-MULHOUSE-METZ

Kurdên li herêma Alsace û Lorraine a Fransayê dijîn gelek çalakî pêk anîn. Li bajarê Mulhouse û Metz 4’ê nîsanê hat pîrozkirin û li Strasbourgê jî resepsiyona dê pêk bihata kirin yek.

Li Mulhouse li Navenda Çanda Kurd şahiyek pêk hat. Nêzî 100 kesî tevli bûn. Peyama Ocalan bi heyeta 4’emîn re şandibû hat xwendin.

Nûnerê Koordînasyona Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê Hasan Perî axivî got divê peyama Ocalan a Newrozê baş bê fêmkirin.

Li Strasbourgê jî li Navenda Çanda Mezopotamya resepsiyona Newrozê pêk hat. Nûnerên partiyê siyasî û komeleyan tevli bûn. Her wiha endamên Komeleya Dostên Gel a Kurd ya Alsace jî tevli bûn.

Li Metz jî rojbûna Ocalan hat pîroz kirin. Peyamên Ocalan yên dawî hatin xwendin. Paste hate birîn û îkramê welatiyan hat kirin.

ROMA

Li paytexta Roma a Îtalyayê jî rojbûna Ocalan hat pîrozkirin. Sînevîzyoneke derbarê jiyana Ocalan de hat nîşandan û li baxçeyê Komeleya Ararat şitl hatin çandin. Şahî bi govendê bi dawî bû.

STOCKHOLM-MALMOÛ GAVLE

Li bajarê Stockholm, Malmo û Gavle a Swêdê rojbûna Ocalan bi bernameyên cuda hat pîrozkirin. Ji çar parçeyan bi sedan kes tevli bernameyan bûn û peyama Ocalan a dawî hat xwendin.

Li Komeleya Çanda Kurd a Malmo jî pîrozbahî pêk hat û siyasetmedarê kurd Welat Bagot jî axivî û balkişand ser pêvajoya dawî.

SOLOTHORN

Li bajarê Solothorn a Swîsreyê rojbûna Ocalan hat pîroz kirin. Peyama Ocalan hat xwendin û zarokên kurd paste birîn.