Li Ewropa Yeketiya Rojnamevanên Kurdistanê hat avakirin
Li Ewropa Yeketiya Rojnamevanên Kurdistanê hat avakirin
Li Ewropa Yeketiya Rojnamevanên Kurdistanê hat avakirin
Rojnamevanên Kurdistanî yên li Ewropayê jiyan dikin ku, dawiya heftiyê di konferansekê de hatin gel hev, Yeketiya Rojnamevanên Kurdistanê ya Ewropayê avakirin.
Konferansa ku 18’ê Gulana 2013’an li Parlementoya Federal ya li paytextê Belçîka Brukselê pêkhat, ji welatên cûda yên Ewropayê zêdetirî 50 rojnamevanên Kurd tevlî bûn.
Di konferansa ku, gotarên dîroka çapemeniya Kurd ya li Ewropayê, jin û medya, cihê Kevneşopiya Çapemeniya Azad di çapemeniya Kurd de, di çapemeniya Kurd de pirsgirêkên ziman û zaravayan hatin pêşkêş kirin, her wiha di nîqaşên berfireh de pirsgirêkên ku çapemeniya Kurdistanê pêre rû bi rû tê, berpirsyartiyên ku di dema nû de pêwîste werin hilgirtin hatin nîqaşkirin.
Di konferansê de ji ber pêşketinên siyasî yên li her çar perçeyên Kurdistanê didomin behsa girîngiya yeketiya netewî hate kirin û hate gotin ku, pêwîste çapemeniya Kurd weşanekî li ser xeta bihêzkirina yeketiya netewî esas bigire. Bi vî awayî hate diyarkirin ku, pêwîste rêgezên weşana netewî werin pêşxistin.
Her wiha di konferansê de pêşniyar û dîtinên li ser mîsyona çapemeniya Kurd ya ku di vê pêvajoya dîrokî de bigire ser milê xwe hatin destgirtin. Hate diyarkirin ku, ew di wê bawerî û hêviyê de ne ku dê çapemeniya Kurd li gorî dema nû weşanek etîk bike.
Weke din jî di konferansê de hate destnîşankirin ku, pêwîste rojnamevanên Kurd yên li welatê lê û diyasporayê li derdora saziyên hevpîşeyî bibin yek.
Di konferansê de piştgirî û piştevaniya bi rojnamevanên girtî û ji ber hinek sedeman rastî pêkutiyan tê hate kirin. weke din jî di konferansê de balkişandin ser têkilî bi medya cîhanê re danîn, girîngî dayîna bikaranîna amêrên teknolojiya nû, komxebat û perwerdeyên pîşeyî.
Herwiha di konferansê de balkişandin ser pêvajoyê û diyarkirin ku bi dema nû re ya dîrokî re bûyîna yek tiştekî jênegere û li ser vê armancê li hevkirin ku rojnamevanên Kurd yên li Ewropayê jiyan dikin li ser zemînekî sazîbûnê xwe rêxistin bikin. Di vê çarçoveyê de pêşniyarên ku hatin kirin, biryar hate girtin ku rojnamevanên Kurd yên li Ewropayê xwe di bin Yeketiya Rojnamevanên Kurdistanê ya Ewropayê birêxistin bikin.
Beşdarvanên Konferansê biryar dan ku, ji bo rêveberî û bîrîmên Yeketiya Rojnamevanên Kurdistanê ya Ewropayê kotaya zayendî pêkbînin. Di konferansê de ji bo lijneya rêveberiyê 7 kes hatin hilbijartin û di rêveberiyê de Necîbe Qeredaxî, Dilêr Akreyî, Heval Arslan, Hesen Qazî, Amed Dîcle, Meral Çîçek û Gunay Aslan hatin hilbijartin. Bi piraniya dengan biryar hate giritn ku mewzûata zagonî û rêziknameya yeketiyê lijneya rêveber amade bike.
Weke din jî biryar hate kirin ku tevlî Konferansa Çapemeniya Netewa Kurd ya di rojên pêş de li Kurdistanê were li darxistin bibin û tevlî rêxistina hevpar ya nûnertiya tevayî çapemeniya Kurd dike bibe.