Li Ewropa her der ji bo Kobanê li qadan bûn
Li dehan bajarên Ewropa ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li qadan çalakî lidar xistin. Di van çalakiyan de dewleta Tirk hate protestokirin.
Li dehan bajarên Ewropa ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li qadan çalakî lidar xistin. Di van çalakiyan de dewleta Tirk hate protestokirin.
DÛÎSBÛRG: LI gelek navendên bajarê Elmanya êrîşên dewleta Tirk a li ser Girê Spî û Kobanê hatin protestokirin. Di pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dîûsborûg, Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel, PYD, Mala Êzidiynan saet 17:00’an li pêşiya stasyona Trenê ya Navenda Dûîsbûrtê çalakî hatin kirin û bi sedan Kurdistanî tevlî çalakiyan bûn.
BÎELEFELD: Êrîşa li ser Kobanê li Bîelefeledê bi mîtîngekê hate protestokirin. Li gel NCKD, HCÊ, YXK, TAJÊ, Dergehên Elewiyan gelek sazî, MLDP partiya Elman tevlî mîtîngê bûn. Di mîtîngê de nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk hate dayîn û bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku êrşan bidin rawestandin.
GÎESSEN: Li bajarê Gîenssen ê Elamanyayê jî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi tevlîbûna sedan kesî bi çalakiyekê êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin. Çalakî li ser rêya Selterswegê ji aliyê NCKD ve hatek irin. Di çalakiyê de li ser navê Platforma Piştgiriya bi Efrînê ya Gîessen Raîner Grabwskî, li ser navê Meclîsa Ciwanên MKPD Elmanya jî Wanj Lange axivî û bal kişand ser êrîşên piştî civîna çar alî ya li Stenbolê. Di dewama çalakiyê de banga tevlîbûna çalakiya ku wê 6’ê Cotmehê li Strasboûrgê bê kirin hate kirin.
BREMEN: Kurdistanî û dostên wan 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi mîtîngekê pîroz kirin. Girseya li pêşiya Dêra Domshofê hatin ba hev êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de berdevkê PYD’ê ya Bremenê Ayhan Efrîn axivî û diyar kir ku wê çalakiyên piştgiriya bi Rojava re dom bike.
HANNOVER: Li bajarê Hannover ê Elmanyayê jî Kurd û dostên wan 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
DÜSSELDORF: Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê jî Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) hate bîranîn. Dîsa di çalakiyê de axaftin hatin kirin û bal hate kişandina ser êrîşên li ser Rojava û banga divê hê xurtir xwedî li Rojava derbikeve hate kirin.
STUTTGART: Li Kernerplatez a pêşiya Sefaretxaneya Tirk a li bajarê Stûttgart a Elmanyayê mîtîngek hate kirin. Mîtîng li ser bana NCKD Stûttgart bi tevlîbûna Kurdan û komên Elman hate kirin. Di axaftinên li ser navê hevserokê navenda Kurd Garîp Nûrhak kir de ev tişt hate gotin: “Di roja Kobanê ya Cîhanê de êrîş li dijî Rojava tê kirin.”
BORDEAÛX: Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava li gara trenê ya navenda bajarê Bordeaûxê hate protestokirin.
MARSİLYA: Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Azad li navenda Margnan a Marsîlyayê meşek hate kirin. Di meşê de alên YPG/YPJ û PKK hatin hildan. Di axaftinên li ser navê Tevgera Ciwanên Azad hate kirin de li dijî êrîşên faşîs ên Tirk banga xurtkirina têkoşînê kirin.
ATÎNA: Êrîşên dewleta Tirk li paytexta Yewnanistan Atînayê bi meşeke girseyî hate protestokirin. Girseya ku li pêşiya Sefaretxaneya Tirk hatin ba hev daxuyanî da û êrîşên dewleta Tirk û çeteyan şermezar kirin.
CENEVRE: Li Cenevreyê jî şervanê YPG’ê Muhammed Şik (Rênas Karaz) û şervanên li Kobanê şehîd bûne hatin bîranîn. Xuşka Şik Seroka berê ya Şaredariya Sûrê Fatma Şik, Parlemeterê Berê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û gelek kes tevlî bîranînê bûn.
LOZAN: Li bajarê Lozan ê Swêdê jî li ser banga Navenda Civak Kurd a Demokratîk (CDK), Halkevî û HDK’ê li stasyona trenê ya navendê bi tevlîbûna nêzî sed kesî çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin, berxwedana Kobanê hate silavkirin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî hatin şermezarkirin. CDK Lozan, ÎGÎF, Parlemeterê Kantona Solîdarîte Jean Mîchel Dolîva di çalakiyê de axivîn.
BERN: Li paytexta Swîsre Bernê jî bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li qada Bahnhofplatezê mîtîngek hate kirin û di mîtînê de êrîşîên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de banga xwedîderketina li Ocalan û daketina qadan hate kirin.
WÎNTHERTHÛR: Li ser banga Meclîsa Gel a Kurd li bajarê Wîntherthûr a Swîsreyê jî li pêşiya stasyona trenê ya navendê dewleta Tirk hate protestokirin.
ZURÎH: Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê êrîşên dewleta Tirk û tecrîda şidandî ya li ser Ocalan hate protestokirin. Di çalakiyê de bal hate kişandina ser êrîşên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a her diçe tê girankirin jî hate protestokirin. Dîsa ji bo çalakiya ku wê 3’yê Mijdarê li Zurîhê bê kirin banga tevlîbûnê hate kirin.
VİYANA: Li paytexta Avûstûrya Viyanayê jî bi heman armancê civîn hate kirin û meşek hate lidarxistin. Di civîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate kirin de berxwedan û serketina Kobanê hate vegotin û êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Piştre ji aliyê PYD Viyanayê ve meşek hate kirin. Meş ji NCKD destpê kir heta Wesbahnhofê dewam kir.
LÎMASOL: Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê jî Kurd û dostên wan 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi meşekê pîroz kirin. Girseya gel a li Navenda Çanda Kurd Aa Theofîlosê kom bû di saetên şevê de dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re hatin qîrkirin û belavok hate xwendin.