BI DÎMEN

Li Essenê çalakiya Hefteya Lehengiyê

Di çalakiya Hefteya Lehengiyê de ya ku li Essenê hat li dar xistin, şoreşgerên ku jiyana xwe ji dest dane, hatin bi bîr anîn.

Li bajarê Essenê ya Elmanyayê bi boneya Hefteya Lehengiyê semîner û civînek hat li dar xistin. Di semînerê de Mehmet Sûrûçlû axivî û got, “Hefteya Lehengiyê ya ku ji bo Kurdan gelekî girîng e, ji Mahsûm Korkmaz (Egîd) heta Mazlûm Dogan, ji Sema Yuce heta Zekiye Alkan, ji Rehşan heta Bêrîvan û Ronahiyê û heta Çiyager û qehremanên li hemberî DAIŞ’ê şer dikin, mîrateyek e. Ew qehremanên hêja, di heman demê de li hemberî paşverûtî û koledariyê jî rabûne.”

Sûrûçlû di heman demê de qala tifaqa AKP – PDK’ê jî kir û got ku ev tifaq di qada navneteweyî  de jî hatiye teşhîrkirin.

‘GUNEHÊN BÊDENGAN BI QASÎ YÊN ZALIMAN E’

Qisekerekî din ê beşdarî semînerê jî bû, Îlahiyatnas Fadil Bedirxanoglû bû. Bedirxanoglû  got, “Di dîroka Kurdan de ji Kawayê Hesinkar heta niha gelek qehreman rabûne, çand û dîroka Kurdan heta roja me anîne. Divê em jî xwedîtiyê li van qehremanan bikin. Mafê me yê ziman, çand, jiyanê Xwedê daye me, lê hinek kes li ser navê Xwedê dixwazin van mafan ji me bistînin; ev kesên hanê kesên li dijî Xwedê ne û gunehên mezin dikin. Kurdên ku li hemberî zaliman dengê xwe dernaxin, li ba Xwedê bi qasî van zaliman gunehkar in.”

Semîner bi nîşandana sînevîzyona li ser jiyana Mahsûm Korkmaz bi dawî bû.