Li Essen û Montpellîerê xebatên ji bo hilbijartinê destpê kirin
Li bajarê Elmanya Essen û li bajarê Fransa Montpellîerê, ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê komîsyon hatin avakirin.

ESSEN
Li bajarê Elmanya Essenê ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê komîsyon hat avakirin. Komîsyona ji 25 kesan pêk tê, wê li hemû semtan xebata komîsyonên jêrîn bimeşîne. Berdevkê komîsyonê diayr kir ku wê xebatên ji bo hilbijartinê bi moral û movîtasyoneke mezin bimeşînin. Berdevk destnîşan kir ku eger her komîsyon bi moral û coşeke mezin bixebitin, serketin pêkan e.
MONTPELLÎER
Li bajarê Fransa Montpellîerê jî komîsyona hilbijartinê dest bi xebatên xwe kir. Komîsyonê diyar kir ku hemû hilbijêrên qeyda wan li lîsteya hilbijêran nîne divê heta 10'ê Îlonê serî li Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Marsîlyayê bidin û qeyda xwe çêbikin.
Komîsyonê ragihand, ku ji bo çêkirina qeydan ew ê alîkariyê bidin hilbijêran û da zanîn ku ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê ew dixwazin xwe bigihînin her kesên li vî bajarî û derdora wê.
Di daxuyaniya komîsyonê de hat gotin ku hemû hilbijêr, bi belgeyeke fermî ya nûmaraya nasnameya TC li ser heye, dikarin di navbera 8-25'ê Cotmehê de li Konsolosxaneya nêzî xwe, dengê xwe bi kar bînin.