Li Essen û Berlînê xebatên hilbijartinê

Li Essen û Berlînê xebatên hilbijartinê yên HDP’ê berfirehtir dibe.

ESSEN

Li Essena Elmanyayê di civîna gel de ya parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz axivî û got, “Divê em derî bi derî bigerin û gel bibin ser sindoqan. Dawiya dîktatoriyê tê.”

Sariyildiz got ku, “Êdî em ê bi hev re bibînin ku bê çawa dawiya dîktatoriyê tê û ev tişt ew ê bi xebatên me pêk were. Ne bi tenê Kurd gelek welatên Ewrûpayê dixwazin dîktatoriya li Tirkiyeyê hilweşe. Ji ber vê jî divê em derî bi derî bigerin û gelê xwe bibin ser sindoqan.”

BERLÎN

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê jî li semtên Kreûzberg û Spandaûyê têkildarî hilbijartinê stand hatin vekirin û li bazarên semtan belavok hatin belavkirin.

Berdevka Komîsyona Hilbijartinê ya Schnonberg-Spandaûyê Şehnaz Îldan têkildarî xebatan got ku, “Li pêş me 3 hefte hene. Em bi motîvasyoneke gelekî mezin xwe digihînin her kesî û ji wan dixwazin ku dengê xwe bidin û tevlî xebatên me bibin. Ji ber ku kêşeya bendê ya HDP’ê tenê HDP’ê eleqedar nake. Ji bo bidawîkirina dîktatoriya 16 salan, ev mesele her kesî/ê eleqedar dike.”

Îldan ji bo standa îro wê di saet 15.00’an de li Spandaûyê were vekirin jî banga piştgiriyê kir