Li Eskîşehîrê 4 xwendekar hatin binçavkirin

Li Eskîşehîrê 4 xwendekar hatin binçavkirin

Xwendekarên Zanîngeha Osmangazî  li dijî êrîşa OGB’ê çalakî pêk anîn û piştî çalakiyê êrîşa ulkucuyan a li dijî 8 xwenedekaran tê protestokirin. Çar xwendekarên ku xwestin tevlî çalakiyê bibin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Li Zanîngeha Osmangaziyê OGB’yan êrîşê xwendekaran kirin û roje beriya niha 2 hezar kesî ev protesto kiribû.  Piştî xwendekar belav bûn ulkucuyan êrî kir û 8 kes birîndar bibiûn.

Xwendekaran ji bo ku êrîşa ulkucuyan protesto bikin li Bulvara Porsuk daxuyaniyek dan çapemeniyê. Xwendekarên bi navê Ugur Dogan û Vokan Yildiz ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Her wiha Ahmet Dîk û xwendekarê navê wî nehat hînbûn jî dema dihatin çalakiyê hatin binçavkirin.

Xwendekarên agahiya binçavkirinê girtin, li Bulvara Porsuk civiyan û gelek ekîba hêzên çevîk  sewqî herêmê kirin.