Li Esenyurtê 3 kes hatin girtin
Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê 3 kesên 17’ê Îlonê hatibûn destgîrkirin hatin girtin.
Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê 3 kesên 17’ê Îlonê hatibûn destgîrkirin hatin girtin.
Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê polîsên Tirk bi operasyoneke hemwext bi ser gelek malan de girtibûn û welatiyên bi navê Abdullah Gurkan, Mervan Yilmaz û Suleyman Mîntaş destgîrkiribûn. Kesên destgîrkirî îro derxistin Edliyeya Çaglayanê.
Dadgehê bi awayekî kêfî û sîstematîk bi hinceta “endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” girt. Hersê welatî birin Girtîgeha Metrîsê.