Li Erziromê 19 xwendekar hatin binçavkirin
Li Erziromê 19 xwendekar hatin binçavkirin
Li Erziromê 19 xwendekar hatin binçavkirin
Li Zanîngeha Ataturkê ya Erziromê piştî nîqaş di navbera xwendekarên kurd û ulkucuyan de şer derket û polîs û hêzên ewlehiyê yên taybet ên mudaxele li bûyerê kirin piştgirî dan koma ulkucuyan û ji ber vê yekê bûyerê mezin bûn. Hate hînbûn ku di bûyera 19 xwendarkên kurd hatin binçavkirin de polîsek jî birîndar bû.
Li Zanîngeha Ataturkê ya Erziromê li Fakulteya Wêjeyê di navbera xwendekarên kurd û komekî ulkucu de nîqaş derket. Piştî demekê nîqaş vegeriya şer û polîs û hêzên ewlehiyê yên taybet mudaxele li bûyerê kir. Piştî polîsan piştgirî da koma ulkucuyan bûyer mezin bûn. Di bûyeran de polîsek birîndar bû û 19 xwendekarên kurd jî hatin binçavkirin. Di dema xwendekaran ji bo hevalên xwe yên dihatin binçavkirin xwestin ji destê polîsan xilas bikin de polîsan gul berdan hewayî û bi gaza îsotê mudaxele li xwendekaran kir.
Bûyer berdewam dikin.