Li Ermenîstanê pîrozbahiya Newrozê

Li Ermenîstanê pîrozbahiya Newrozê

Li bajarê Oktoberiyan û herêma Elegezê cejna Newrozê ji aliyê Kurdan ve bi coş hate pîrozkirin.

Kurdên li Ermenîstanê weke her sal îsal jî Newrozê li gorî kevneşopiyan pîroz kirin. Ciwanên Kurd li bajarê Oktoberiyan û herêma Elegezê bi coşeke mezin agirê Newrozê pê xistin û govend gerandin.

Bi taybet li herêma Oktoberiyan li gundê Akraksê jin, zarok, pîr, kal û her kes li dora agirê Newrozê li hev kom bûn û li ber mûzîkê govend gerandin.

Di pîrozbahiyên ku şevê din pêk hatin de dirûşimên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û stranên cûda hatin gotin, her wiha Kurdan daxwaza azadiya ocalan kir.

Di pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin rakirin û pîrozbahî bi govend û stranan bi dawî bû.

Her wiha, li herêma Elegezê jî ciwanêN Kurd bi coşeke mezin Newrozê pîroz kirin. Hemûyan bi hev re bi dengeke mezin ji bo Newroza îsal kêfxweşiya xwe anîn ziman û dirûşimên dilsoziya bi Ocalan re qêriyan. Her wiha daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.