Li Ermenistanê Komplo û êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin

Saziyên Kurdan li paytexta Ermenistanê Êrîvanê bi civînek û daxuyaniyekê komploya 9’ê Cotmeh û êrîşên dagirkeriyê Tirk a li ser Rojava protesto kirin.

Siyasetmedar Mahsum Hesen di civîna ku li Kanekerê Komîteya Kurdistanê pêkhat de axaivî. Hesen got:“Sala 1998’an li hemberî Rêberê me komployekî navnetewî ji aliyê hêzên ku pergala sermayedarî pêşengtiya wan dike ve pêk hat. Bi zext xistina ser Suriyê bûne sedem ku Rêberê me ji Rojhilata Navîn derkeve.” û domdar Hesen got: “Komploger ji projeyên Ocalan ditirsin.”

Endamê Koordînasyonê Komîteya Kurdistanê Milo Kalaşiyan jî got: “Êdî cîhan Rêber APO û îdeolojiya wî nasdikin.”

Endamê Koordînasyonê Komîteya Kurdistanê Jênîka Qadir jî diyar kir: “Tevahiya destkeftiyên ku gelê Kurd bi dest xistine bi saya serê Ocalane hatine bidestxistin.”

Hevserokê Yekîtiya Kurdên Ermenistanê û parlementerê Ermenistanê Kînyaz Hesenov got “Felsefeya Ocalan bi gelê Kurd şêwe girtiye.”

Endamê Meclîsa Komîteya Kurdistanê Dr. Zorbe Îboyan jî bal kêşande ser girîngiya yekîtî û hevgirtina Kurdan.

Piştî civînê li dijî êrîşên dagirkeriya dewletê Tirk ya Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek hate dayîn.

Li ser navê hemû saziyên Kurdan ên li Ermenîstanê , hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dîrboyan û parlementerê Ermenîstan û hevserokê yekîtiya Kurdên Ermenîstanê Kînyaz Hesenov axivîn.

Dîrboyan got: “Êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Bakurê Rojhilatê Sûriye û Rojava berdewama komploya navnetewî ye. Hêzên Emperyalîst, bihevrejiyîna gelên Rojhilata Navîn ku projeya Rêber APO ye ku di Bakur û Rojhilatê Suriye û Rojava de wekî pergala Konfedralîzma Demokratîk pêkhatiye û bûye hêviyek ji bo gelan, ji bo berjewendiyên xwe metirsî dibînin. Ji bo ku vê pêkhateyê ji holê rakin yan jî herî kêm lewaz bikin serî li leystoka ‘kivrûşk bibeze, tejî bigire’ dane.

Divê Kurd hêzên xwe bikin yek. Eger em yekîtî û hegirtina xwe çêbikin wê îdeolojî û felsefeya Rêber APO qezenc bike, gelên herêmê qezenc bikin. Em Kurdên ku li Ermenistanê dijîn êrîşên dagirkeriyê şermezar dikin û diyar dikin ku em ê di her şert û mercê de bi gelên Bakur û Rojhilatê Suriyê û Rojava re bin.”