Li Ermenekê cenazeyê du karkeran hat dîtin

Li Ermenekê cenazeyê du karkeran hat dîtin

Li Ermenekê ji karkerên ji ber karesata di kana komirê de rû da, di bin axê de mabûn cenazeyê 2 karkeran hat dîtin.

Li navçeya Ermenek a Karaman ji karkerên ji ber karesata kana komirê ya 28’ê Cotmehê de di bin erdê de man cenazeyê du karkeran hatin dîtin.

Li devera Başyukari ya kana komirê xebatên derxistina cenazeyan didome.

6’ê Mijdarê jî cenazeyên du karkeran hatibû derxistin. 28’ê Cotmehê di kana komirê ya şîrketa Has Şekerler Madencîlîk de, di ocaxa ku nedihat bikaranîn de av tijî bibû. Di bûyerê de ji 34 karkeran 18 karker têde asê mabûn.