Li Ermenekê 7 kes hatin binçavkirin

Li Ermenekê 7 kes hatin binçavkirin

Ji ber karesata kana komirê ya li navçeya Ermenek a Karaman bi sedema berpirsiyartiya wan têde heye di nav wan de rêveberên şîrketê û muhendîs jî ku hene 7 kes hatin binçavkirin. Ji bo kesekî jî biryara girtinê hat dayîn.

Serdozgeriya Komarê ya Ermenek bi sedema di cinayeta kar de berpirsiyartiya wan heye der barê 8 kesan de biryara binçavkirina da. 7 kes hatin binçavkirin, polîs li kesê din jî digerin.

Ji wan 8 kesan 3 kes xwediyên kanê ne. 5 kes jî muhendis, karger, midûrê giştî û personelê teknîkî ne.