Li Erdîşê gel serketina HDP’ê pîroz dike
Li Erdîşa Wanê ya ku HDP’ê bi ferqeke mezin şaredarî bi dest xist, gel ji sibehê ve daketin qadan û dest bi pîrozbahiyê kirin.
Li Erdîşa Wanê ya ku HDP’ê bi ferqeke mezin şaredarî bi dest xist, gel ji sibehê ve daketin qadan û dest bi pîrozbahiyê kirin.
Li Erdîşê piştî ku serketina HDP’ê teqez bû, gel daket qadan.
Li gorî encamên hilbijartinê, HDP 3 hezar zêde deng ji AKP’ê stendin. Pîrozbahiya ku roja Yekşemê hate kirin, di destê sibehê de jî domiya.
Gel daketine kuçe û kolanan û serketina HDP’ê pîroz dikin.
Hevşaredarên Erdîşê Yildiz Çetîn û Mahmût Pala li ber buroyên hilbijartinê gel silav kirin.
Pala û Yildiz gel spas kirin û soza xwe dubare kirin ku ew ê şaredariyê bi gel re bi rê ve bibin.