Li Enqereyê herî kêm 30 kes hati binçavkirin
Li Enqereyê herî kêm 30 kes hati binçavkirin
Li Enqereyê herî kêm 30 kes hati binçavkirin
Li Enqereyê bihinceta ku tevlî berxwedana Parka Gezî bûne, di serdegirtina 26 malan de, hate ragihandin ku herî kêm 30 kes hatin binçavkirin.
Di seetên serê sibehê de polîsên girêdayî TEM’ê bi operasyonekî hemwext li ser 26 malan de girt. Hate diyarkirin ku, operasyon girêdayî berxwedana Parka Geziye û hate ragihandin ku, herî kêm 30 kes hatine binçavkirin. Hate aşkera kirin ku, kesên hatine girtin yên derdora Halkevlerî, ESP, BDSP û Odak’ê ne. Li aliyekî din jî hate hînbûn ku, 24 demjmêran kesên hatine binçavkirin nîşanî parêzeran nedin.
Tê diyarkirin ku, li Stenbolê di serdegirtinên li ser avahiyên bajar û navçeyên Partiya Sosyalîst ya Bindesta (ESP), Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA), Rojnameya Atilim, Ozgur Radyo û malên xebatkaran, biryara nepeniyê danîn ser dosyayê.