Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Enqereyê hejmara binçavkirinan gihişt 12’an

Li Enqereyê hejmara binçavkirinan gihişt 12’an

Li hemberî xwendekarên ODTU ku hatin Serokwezîrê tirk Erdogan protesto kirin û rastî êrîşa polîsan hatin, serdegirtina malan pêk hat û di encama serdegirtina malan de 12 xwendekar hatin binçavkirin.

Midûriyeta Polîsan a Enqereyê di saetên serê sibê de bi ser malên xwendekarên li ODTU dixwendin bi hinceta ku xwendekaran hatin Erdogan a Kampusê protesto kirine, girtin. Di encama serdegirtina malan de gelek xwendekar hatin binçavkirin. Xwendekarên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê û li malên xwendekarên din lêgerîn didome.

Hin xwendekarên ku hatin binçavkirin navên wan wiha ne: Bedirhan Şen, Mert Atmaca, Mustafa Bozkurt, Hasan Koç, Huseyîn Koç, Îlhan Aslan, Can Kaya, Guven Kazim Altunkaya, Cem Dursun, Batuhan Demîrcî, Îlhan Şen, Sercan Çinar.

Rektoriya ODTU jî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku polîsan erîşê xwendekaran nekiriye û mudaxale kiriye.