Li Enqereyê cara duwem êrîşî xwendekaran kirin
Li Enqereyê cara duwem êrîşî xwendekaran kirin
Li Enqereyê cara duwem êrîşî xwendekaran kirin
Piştî li Kampusa Cebeciya AU peywirdarên ewlehiyê yên teybet bi kêran êrîşî xwendekarên zanîngehê yên dixwastin Newrozê pîroz bikin kir, vê carê ji polîsan bi bombeyên gazê êrîş li xwendekaran kir.
Li Kampusa Cebecî ya AU'yê xwendekarên zanîngehê xwestibû ku Newrozê pîroz bikin lê rastî êrîşa bi kêran a peywirdarên ewlehiya zanîngehê hatin. Piştî xwendekaran endamên peywirdariya taybet ji qadê dûrxistin li ber Fakulteya Perwerdehiyê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Piştî demekê polîsan Kampusa Cebecî derpêçêkir û bi bombeyên gazê êrîşî xwendekaran kir. Xwendekaran jî bi keviran bersiva polîsan da. Pevçûn berdewam dikin.