Li Enqereyê bazara kargeha ku 685 dikan têde bû şewitî

Li Enqereyê bazara kargeha ku 685 dikan têde bû şewitî

Li navçeya Altindaga ya Enqereyê li kargehekî ku 685 dikan tê de agir pê ket. Yekîneyên îtfayê piştî çar demjimêran agir xist bin kontrolê, lê êdî kargek kêrî bikaranînê nayê.

Li navçeya Altindaga Enqereyê ku li bazara gel ya Yûnûs Emre ku weke “bazara Rûsan” tê zanîn, di demjimêr 03’ân de agir pê ket.

Piştî bûyerê gelek yekîneyên polîs, îtfaye û ambulans hatin cihê bûyerê. Ji ber ku banê kargehê hate xwar û teqîne çêdibûn yekîneyên îtfayê gelek zehmtekî kêşa.

Polîsan îstasyona benzînê û otela nêzî cihê şewatê bûn vale kirin û her wiha rê ji çûn û hatinê re girtin.

Agirê ji aliyê yekîneyên îtfayê ve piştî 4 demjimêran hate kontrol kirin. Di şewatê de bazar bi giştî şewitî.

Xwediyên dikan û kargehê li wir kombûn û ji ber sedema rayedaran dereng mudaxelekir nerazîbûnên xwe anîn ziman û demekê alozî derketin. Serokê saziya bazara gel ya Yunus Emre got, dema îtfaye hat cihê bûyerê got ava me nemaye.