Li Enqereyê 19 kes hatin binçavkirin

Polîsên Tirk di saetên siharê de li Enqereyê bi ser malan de girtin û 19 kes binçav kirin.

Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Enqereyê ve tê meşandin de, di saetên siharê de polîsan bi ser gelek malan de girtin.

Di serdegirtinan de Nûjin Altûnkiliç, Umît Bozan, Bûsenur Ozturk, Abdulkadîr Barkin, Hêlîn Kaya, Diyar Hatîp Bîlen, Lokman Sefkan Ozgan û Muhammed Okay hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku polîsan hin kesên binçavkirî, derp kirine.

Hat diyarkirin ku 19 kes hatine binçavkirin.