Li Enqere û Rihayê gelek kes hatin destgîrkirin
Li Rihayê rêveberê HDP’ê Mahmût Kilinç û li Enqereyê nivîskar Yazar Temel Demîrer û 2 kesên din hatin destgîrkirin. Polîsan girtin ser mala Ethem Sarisuluk jî.
Li Rihayê rêveberê HDP’ê Mahmût Kilinç û li Enqereyê nivîskar Yazar Temel Demîrer û 2 kesên din hatin destgîrkirin. Polîsan girtin ser mala Ethem Sarisuluk jî.
Vê sibehê li taxa Baglarbaşi ya Halîliyeya Rihayê polîsan girtin ser mala rêveberê Rêxistina Bajêr ê Rihayê yê HDP’ê Mahmût Kiliç. Polîsan dest danîn ser komputer û telefona endamên malê.
Li taxa Karaotlak a navçeyê jî jendirmeyan girtin ser mala ciwanê bi navê Resûl Şeker. Şeker ji ber hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî hate destgîrkirin.
ENQERE
Vê sibehê polîsan avêtin ser mala malbata Ethem Sarisuluk ê ku di berxwedana Geziyê de hatibû qetilkirin. Polîsan li nava malê saxtî kirin û diyar kirin ku ew li Mûstafa Sarisuluk digerin ê ku niha li Ewrûpayê ye.
Nivîskar Temel Demîrer jî li Stenbolê hate destgîrkirin. Hate diyarkirin ku di vê çarçoveya vê operasyonê de Asli Bayramoglû û Heval Elçî jî hate destgîrkirin.