li Enqere li dij bertîl û nelirêtî çalakî

li Enqere li dij bertîl û nelirêtî çalakî

Platforma Şaxan a KESK'ê ya Enqereyê li dijî nelirêtî û bertîlê çalakî pêk anîn û gotin "Her der bertîl her der nelirêtî"

Platforma Şaxan a KESK'ê ya Enqereyê li dijî talankirin, wêrankirin, dizî, bertîl û nelirêtiyê li Parka Guvenê ya Enqereyê çalakî pêk anîn. Girsê di çalakiyê de pankarta "Ji derew, talankirin û zordariyê re na" vekir û bê navber siloganên "Em teslîmî çeteyan nabin" û "Hikûmeta diz îstîfa bike" û "li her der bertîl li her der nelirêtî" gotin. Liser navê komê Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK'ê Îbrahim Kara, daxuyani da û polîtîkayên hikûmetê, dizi, talankirin û wêrankirina li Tirkiyeyê şermezar kir.
Piştî daxuyaniyê ji bo pêşerojek ronî ya Tirkiyeyê find hatin pêxistin.