Li Enqerê 'Ji bo aştiyê zincîra mirovan'

Li Enqerê 'Ji bo aştiyê zincîra mirovan'

Hêzên ked û demokrasiyê li ser banga HDK'ê ji bo şermezarkirina êrîşên li Taksîm, Kizilay û Licê "Ji bo aştiyê zincîra mirovan" ava kirin. Endamê HDK'ê Harûn Çakmak hişyarî da hukûmeta AKP'ê û got, "Ey hukûmet dest ji gule û bombekirina gel a li Taksîm, Kizilay û Licê berde. Ji bo aştî, demokrasî û azadiyê, gavê biavêje."

Hêzên ked û demokrasiyê li ser banag HDK'ê ji bo şermezarkirina êrîşên li Taksîm, Kizilay û Licê "Ji bo aştiyê zincîra mirovan" ava kirin. Bi sedan kes li qada Sakaryayê hatin cem hev û pankarta bi nivîsa "Ey hukûmet gule nebarîne, bombeyan neavêje, ji bo aştiyê gavan biavêje" vekirin. 

Endamê HDK'ê Harûn Çakmak li vir daxuyaniyek da çapemeniyê û da xuyakirin ku bi pêvajoya çareseriya demokratîk re êdî ew hîn bêtir bi hêvî li pêşerojê dinêrin.

'DIVÊ MERCÊN TENDURISTIYÊ YÊN OCALAN BÊN SERERASTKIRIN'

Çakmak da xuyakirin ku wezîfeya deshilatdariyê dewamkirina pêvajoyê ye û destnîşan kir ku divê beriya her tiştî gavên baweriyê biafirîne bên avêtin û girtiyên siyasî serbest werin berdan. Çakam got, "Li ser bingeha pîvana wekheviyê ya aliyan, divê tenduristî û şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de tê ragirtin, di çarçoveya azadiya wî de ji nû ve bên sererastkirin. Weke gava pêşî ya çêkirina destûra bingehîn a demokratîk, paqijiya rê bê kirin, qanûna partiyên siyasî tavilê bên guhertin. Di serî de gelê Kurd mafê hemû gel û komên baweriyan bi destûra bingehîn bên ewlekirin."

HIŞYARÎ LI HUKÛMETA AKP'Ê

Çakmak hişyarî da hukûmeta AKP'ê û got, "Ey hukûmet, dest ji gulereşandin û bombekirina gel a li Taksîm, Kizilay û Licê berde. Ji bo aştî, demokrasî û azadiyê gavê biavêje."

Piştî daxuyaniyê, bi rêzekê zincîra ji mirovan hat çêkirin. Li situyê her xeleka vê zincîrê de tîpek hat daliqandin û bi kombûna van tîpan re hevoka "Aştî, biratî, azadî, demokrasî, hukûmet gavê biavêje" derket holê. Çalakger bi yek rêzê heta Qada Kizilayê meşiya. Li qada Kizilayê jî girseya gel 4 rêzên zincîrê ava kir û bi dirûşman dawî li çalakiya xwe anî.