Li Enqere, Antakya, Izmîr, Bursa û Çanakkale gel daket qadan
Li Enqere, Antakya, Izmîr, Bursa û Çanakkale gel daket qadan
Li Enqere, Antakya, Izmîr, Bursa û Çanakkale gel daket qadan
Li Enqere, Antakya, Izmîr, Bursa û Çanakkale gel daket qadan. Li Enqere, Antakya û Izmîrê gel bi duruşma ‘ Hukumet îstifa’ daketin kolanan. Li Enqere polîsan êrîşê girseya gel kir.
Li ser banga piştgiriya Taksîmê li Enqere li Guvenparkê girse lihev kombûn û lidijî nelirêtî û bertîlê ketin meşê, polîs êrîşê girseyê kirin.
Bihezaran kesên ku berbi cadeya Mithatpaşave ketin rê, rastî destwerdana polîsan ya bi bombeyên gazê û ava şit hatin.
Girseyê jî li himberî êrîşa polîsan bi fîşekên hewayî û keviran bersîv didin. Pevçûn li Kizilayê belav bûne.
LI ANTAKYA MEŞ DESTPÊKİR
Gelê Antakya yê jî bi duruşma “ Me gaz xwar, jop xwar lê me bertîl nexwar!”, “Hukumet îstifa” , “Roj wê bêt, demê bizivire, diz wê hesab bidin gel” di qêrin.
Li Izmîrê jî gel li Alsancakê kombûne û îstifaya hukumetê dixwazin. Girse bi duruşma “ Diz heye” nelirêtiyê protesto dikin.
LI BURSA Û ÇANAKKALE JÎ GEL Lİ QADANIN
Li bajarê Bursayê jî liser banga piştevaniya Taksîmê gel dest bi çalakiyan kir. Girseya ku li ber Setbaşi-Mahfel kombûne, bi duruşma ‘ Hukumet îstifa’ di qêrin.
Li Çanakkalayê jî gel berbi avahiya AKP’ê ve di meşe.