Li eniyên rojhilat û başûr şer û pevçûnên dijwar

Li eniyên rojhilat û başûr şer û pevçûnên dijwar

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di şer û pevçûnên di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê yên 24 saetan de li herêma Kobanê herî kêm 41 çete hatin kuştin, 3 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin, gelek cebilxane hate desteserkirin. Her wiha welatiyekî sivîl û 4 şervanên YPG’ê jî bi lehengî jiyana xwe ji dest dan.

Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha ye:

“Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku roja 15'ê Îlonê saet 20:00'an bi armanca dagirkirina Kobanê dane destpêkirin di roja 40. de dewam dikin. Şervanên me yên YPG/YPJ’ê ku desteka herî mezin ji gelê me digirin û hêzên Burkan El-Firat ku ji pêkhateyên Artêşa Azad a Sûriyeyê pêk tên, di roja 40. de jî derbên mezin li çeteyan dane û êrîş têk birine. Komên çete li hemberî berxwedana bêhempa her roj baweriya xwe ya serkeftinê winda dikin û ji ber vê sedemê herêmên ku gelê me yê sivîl lê dijî bombebaran dikin. Di bombebarana dawî de welatiyekî sivîl şehîd bûye.

Li eniya Rojhilat ku êrîşên çeteyan herî zêde lê pêk tên, duh jî şerê dijwar dewam kir. Şer heta saetên sibehê dewam kir û hêzên me derbên mezin lê wan dan. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin li vê herêmê 24 çete hatine kuştin.

Li kolana Şaredariyê ku li devera rojhilat a bajêr e şerê dijwar pêk hatiye. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin li vê herêmê jî 4 çete hatine kuştin. Hêzên me dest danîne ser 2 keleşnîkof û gelek alavên leşkerî.

Li başûrrojhilatê Kobanê, li ser rêya Helinc-Korpinkar û Helinc Şêranê hêzên me li dijî çeteyan çalakiyek pêk anîn. Li ser rêya Helinc-Korpinkar 2, li ser rêya Helinc-Şêran jî wesayîtek hatine rûxandin. Di van çalakiyan de bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 11 çete hatine kuştin.

Li eniya başûr jî şevê din di navbera çeteyan û hêzên me de şerê dijwar sing bi sing dewam kir. Hejmara kuştî û birîndarên di vî şerî de nehatiye zelalkirin. Hêzên me li derdora xwaringeha Seyran a li başûrê bajêr jî li dijî çeteyan çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de motorsîkletek hate rûxandin, 2 çete hatin kuştin, çekek sûîqestê û keleşnîkofek hatin desteserkirin.

Li eniya rojava jî êrîşa çeteyan ku xwestin bikevin bajêr hatiye têk birin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê herêmê nehatiye zelalkirin.

Di şerê şevê din de, çar hevalên me yên ku bi fedakarî û îradeyek mezin, bi qehremanî şer kirin tevlî nava refên şehîdan bûn.

Dîsa di encama topbarana komê çeteyan a li dijî navenda bajêr jî, duh nîvro welatiyê bi navê Mihemed Hemê yê 44 salî şehîd bûye.”