Li Elmanyayê polîsa dora meşvanan girtiye

Li bajarê Karlsrûhe yê Elmanyayê polîsan êrîşî meşvanan kiribû. Meşvanên çalakger vê sibehê dîsa li pêşiya Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Karlsrûheyê kom bûn.

Çalakger bi rojan e ku ji Mannheîmê ber bi Strasboûrgê ve dimeşin. Roja Sêşemê êvarî li Karlsrûheyê polîsan êrîşî meşvanan kir. Di êrîşê de çar çalakger birîndar bûn û gelek jê jî hatin derbkirin.

Piştî êrîşê çalakger ji bo ku meşa xwe bidomînin li pêşiya Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Karlsrûheyêkom bûn. Li herêmê polîsan tevdîr stendin û li qadê helîkoptereke polîsan digere.

Li vê derê li ser navê komîteya meşê Zozan Serhat axivî û got ku, “Elmanya têkoşîna ciwanên Kurd asteng dike. Ji ber vê jî dixwazin vê meşê betal bikin. Elmanya ji sala 1988’an û vir ve wekî li Tirkiyeyê dixwaze têkoşîna azadiyê asteng bike. Lê em ciwanên Kurd in û em ê heta dawiyê xwedî li Rêbertiya xwe derkevin. Roja ku êrîşî me kirin, polîsan girtine ser Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê û ev sazî girtine. Niha jî destûr nedane vê meşa me. Em ê jî bi otobusan tevlî şaxa enternasyonalîstan bibin û em ê meşa xwe bidomînin.”