Li Elmanyayê penaber ji bo hilbijartinan bûne amûr
Li Elmanyayê penaber ji bo hilbijartinan bûne amûr
Li Elmanyayê penaber ji bo hilbijartinan bûne amûr
Li gorî daneyên Wezareta Karên Navxweyî a Elmanyayê di nav 6 mehên destpêkê yên îsal de 43 hezar û 16 kesan serî li penabertiyê daye. Ev jî tê vê wateyê ku li gorî 6 mehên destpêkê yên sala borî ji sedî 86,5 zêdebûnek çêbûye. Ango 19 hezar û 950 kes zêdetir bûne. Hat ragihandin ku, ji sala 1999’an û vir ve hejmara herî zêde ya serîlêdanên ji bo pênabertiyê îsal çêbûne.
ASTA QEBÛLKIRINÊ JI SEDÎ 14,9
Daîreya Koçberî û Penabertiyê ya Elmanya (BAMF), ya ji serîlêdanên penabertiyê berpirsyar e di navbera mehên Çile-Hezîrana 2013’an de 31 hezar û 191 serîlêdanên penabertiyê yên pirraniya wan salên berê ne bi encam kir û biryara wan da. Ji bo 4 hezar û 779 kesan (ji sedî 14,9) di çarçoveya Peymana Cenevre ya sala 1951’ê statuya penabertiyê da, ji bo 5 hezar û 228 kesan jî garantiya ku ji Elmanyayê neyên avêtin da.
Di heman demê de serîlêdana penabertiyê ya 12 hezar û 614 kesan hat redkirin, 8 hezar û 500 kesî jî ji ber sedemên cur bi cur serîlêdanên xwe paşve kişandin. Li gorî dawiya meha Hezîranê der barê 67 hezar û 583 kesên serîlêdana penabertiyê kirine de tu biryar nehatiye girtin
PENABER DIBIN AMURÊN HILBIJARTINAN
Li Elmanyayê zêdebûna serîlêdanên penabertiyê ji bo hilbijartinên giştî yên meha Îlonê wek amûr tên bikaranîn. Ji ber avahiya kevin a Lîseya Max-Reînhardt a li Hellersdorf a girêdayî Berlînê ji bo penaber têde bimînin ku tê xwestin were restorekirin, bi taybet partiyên rastgir ketine nav hewldanan.