Li Elmanyayê krîza dîlgirtinê
Li Elmanyayê krîza dîlgirtinê
Li Elmanyayê krîza dîlgirtinê
Li eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, kesekî çekdar avêt ser avahiya bajarê Îngolstadtê û gelek xebatkar dîl girt.
Polîs da xuyakirin ku şaredar di ewlehiyê de ye û wan bi kesê çekdar re têkilî danîne.
Hat ragihandin, heta niha kesê çalakî lidar xistiye heta niha daxwazeke xwe ranegihandiye.
Çapemeniya herêmî îdîa kir ku hevala berê ya êrîşkar li şaredariyê weke sekreter dixebite û pêwendiya bûyerê bi sekreter re heye. Şahidên bûyerê diyar kirin ku wan dîtine di navbera êrîşkarê 23 salî û sekreter de nîqaş derketiye.
Ji aliyê din ve dihat payîn ku Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel di çarçoveya kampanya hilbijartinê de roja Duşemê piştî nîvro bihata Îngolstadtê. Lê belê li ser van bûyeran mîtînga Merkel a li Îngolstadtê hat betalkirin.