Li Elmanyayê di asta 'rekorê' de mafê penaberiyê hat naskirin

Li Elmanyayê di asta 'rekorê' de mafê penaberiyê hat naskirin

Li Elmanyaya ku serlêdana mafê penaberiyê lê zêde bûye, di nava vê salê de yek ji her pênc serlêdanê hat qebûlkirin. Par ji 20 hezar penaberan re mafê mayînê hatibû dayîn, îsal di nav 9 mehên destpêkê de serlêdana 25 hezar penaberan hat qebûlkirin.

Der Spiegel di nûçeya xwe ya dispêre bersivên Hikûmeta Federal a li pêşniyar pirseke de ragihand, ku bersiva erênî ya li serlêdanên penaberiyê, gihaştiye asta rekorê ya salên dawî. Li gorî bersiva ji pêşniyar pirsa Partiya Çep (Die Linke) hat dayîn, di 9 mehên destpêkê yên vê salê de, mafê 25 hezar 646 penaberan ê mayînê, hatiye qebûlkirin.

Bi tenê di mehên Tîrmeh-Îlonê de ji 9 hezar 582 kesan re mafê penaberiyê hat dayîn. Piraniya van penaberan jî ji herêmên şer ên Sûriye, Iraq û Afganîstanê hatine. Li gorî bersiva Hikûmeta Federal, biryara li ser serlêdanên penaberiyê bi qasî 8 meh û hefteyekê dewam dike.

Meqamên Elman di sala 2013'an de 20 hezar 128, di sala 2012'an de 17 hezar 140, di sala 2011'an de jî 10 hezar serlêdanên penaberiyê qebûl kiribûn. 

Di deh mehên destpêkê yên îsal de 135 hezar 634 penaber hatin Elmanyayê û 22 hezar 446 kesên ku beriya niha serlêdana wan hatibû redkirin, ji bo cara duyemîn ji mafê penaberiyê sûdê werbigirin, serlêdan kirin. Tê payîn ku heta dawiya vê salê hejmara serlêdêran bigihê 200 hezarî.