Li Elmanya darizandina çeteya Tirk dest pê kir

Li Elmanya doza  darizandina çeteya bi navê ‘Osmanen Germania’ (Osmaniyên ji Elmanyayê) ya rejîma Erdoğan vê Duşemê dest pê dike. Di dozê de 3 ji wan lîderê çeteyê, 8 kes wê werin darizandin.

Ev çeteya bi navê Osmanen Germania ku 2014’an hatî avakirin û di bin navê kuluba boksê de rêxistiniya xwe dikir, ji mêj ve bû têkiliyên wê yên bi desthilatdariya AKP’ê re li Elmanya bûbû rojev. Li dijî çeteya ku bi qeçaxiya çekan, bazirganiya mirovan, tiryakê û bi êrîşên ser Kurdan bal dikişande ser xwe, dawiyê pêvajoya hiqûqê dest pê dike.

Rûniştina dozê ku 26’ê Adarê, Duşemê 8 endamên çete wê werin darizandin li Dadgeha Ciwanan a  Stûttgartê dest pê dike. Tê payin ku rûniştinên dozê heta Çile ya 2019’an bidome. Di rûniştinê de ji lîderên çeteyan Mehmet Bağcı, Selçûk Şahîn û Levent Uzundal jî wê derkevin pêşberî dadgeh.

Lê balkêş e ji ber têkiliya wan a bi rejîma AKP’ê re wê lîderên çeteyan neyên darizandin. Di îdîanameyê de bi sûcdariyên teşebûsa kuştinê, birîndarkirinê û bikaranîna çekên bê destûr têne hene. Di lêpirsîna polîsan de her çendî tê zanîn têkiliya çeteyan bi rejîma Erdoğan re heye jî û ferman ji wan girtine jî, sûcdariya ‘teşebbûsa li kuştinê’ tê gotin ji ber wê sedemê ye ku, li dijî yên ku ji nav komê veqetiyane tundî tê bikaranîn.

POLÎSAN TÊKILIYA WAN A BI AKP’Ê RE BI BELGE KIRIBÛ

Li gorî tomarên deng ku Kanûna bihurî di çapemeniyê de derketibû, wekîl Metîn Külünk ê AKP’yî, ku nêzî Erdoğan e, ji bo ku çekan bistînin, gelek caran pere ji lîderên çeteyan re şandibû. Hatibû tespîtkirin ku çeteyê bi van pereyan, ji bo ku li dijî Kurdan bi kar bîne çek kirine, yek ji lîderê çeteyan Mehmet Bağci û Selçuk Şahin jî ji ber van têkiliyan hatibûn girtin.

13’ê Adara 2018’an li eyaletên Rena Bakur Vestfalya (NRW), Baden-Würtemberg û Essenê polîsan li 41 mal û kargehan bi ser çeteyan de girtibû. Di operasyonê de, bi sedema ku endamên çete taloke ne û dibe ku bi çek bin, tîmên taybet hatibûn bikaranîn.

Dozgeriya Essenê derbarê operasyonê got li ser avaniya komeleyê û xebatên wan agahiyan berhev dikin. Li gorî daneyên Wezareta Karê Navxwe halê hazir 22 şûbeyên xwecih ên çeteyan hene, her wiha ji 300’î zêdetir endamên wan.

Bi taybetî jî wezareta navxwe ya Eyaleta NRW’ê diyar dike ku ev çete weke baskekî AKP’ê dixebite. Beriya niha jî li tevahiya Elmanya polîsan bi ser cihên çeteyan de girtibû û gelek endam û rêveberên wê hatibûn binçavkirin.