Li Êlih, Sêrt û Dêrsîmê 36 kes hatin girtin
Li Êlih, Sêrt û Dêrsîmê 36 kes hatin girtin
Li Êlih, Sêrt û Dêrsîmê 36 kes hatin girtin
Di protestoyên li Êlih, Sêrt û Dêrsîmê de 7 jê zarok 36 kes hatin binçavkirin.
Li Êlihê 42 kesên hatibûn binçavkirin kar û barê wan ê li midûriyeta polîsan bi dawî bû. Zarokên bi navê Yakup Çerçel û Edîp Çelîk, Ridvan Denîz, Ridvan Deger, Metîn Işik, Bîlal Erol, Abdullselam Aslan jî di nav de 19 kes hatin girtin. 21 kes jî hatin berdan.
Li Sêrtê jî 28 kesên hatibûn girtin di saetên êvarê de sewqî dadgeha Sêrtê hat kirin û piştî îfadeyan 13 kes hatin berdan û 15 kes jî sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê der barê 13 kesan de biryara girtinê da. Burhan Aktug, Îdrîs Aktug, Mesut Erdogan, Çetîn Beştaş, Vedat Ekîncî, Hasan Yilmaz, Hayrettîn Gultekîn, Mahfuz Polat, Mahsum Ozalp, Mîzgîn Taner, Ramazan Erol, Yusuf Nas û Adnan Demîr ên hatin girtin birin girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.
Li Dêrsîmê jî Nadîr Ulaş û Serdan Kaplan piştî îfadeyên wan hatin girtin