Li Elbakê yên ku sîvîl gulebaran kirin leşker bûn

Li Elbakê yên ku sîvîl gulebaran kirin leşker bûn

Li nêzî Elbak a Wanê wesayîteke bi çekên lule dirêj hatin gulebarankirin û du kes bi giranî birîndar bûn. Ji birîndaran Siya Ahemet Şeran da zanîn ku leşkerên cilên sivîl lixwe kiribûn gule berdane.

Li navçeya Elbak a wanê li gundê Erçek wesayîteke plakaya wê 80 KA 844 du sibê saet di 07.00’an de ku 2-3 kîlometre ji navçeyê re mabû rastî êrîşa çekdarî ya kesên di mînîbusa sipî ya plakaya wê 56 EE 245 bû hat.

Di bûyerê de Mustafa Çelîk yê 29 salî û Siya Ahmet Şeran yê 35 salî birîndar bûn. Birîndar ewil li Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê hatin dermankirin û piştre rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Yuzuncuyilê.

Siya Ahmet Şeran li ser piyan hat dermankirin û Mustafa Çelîkê ji sînga xwe û di milê xwe birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn ya Erziromê. Hat hînbûn gule ji sînga Çelîk derneketiye û xeteraya jiyana wî didome.

Siya Ahmet Şeran der barê bûyerê de agahî da û got leşkerên sivîl gule berdane wan û wiha got: “Min bi xizmê xwe re vexwediyên dawetê dibir Gudê Erek.  Me karê xwe qedand û em vegeriyan. Du saetdi 07.00’an de bû.  Wesayîtek plakaya wê 56 EE 145 li gel rê rawestiya bû. Camên wan bi fîlm bûn. Me kesên hundir nedît. Me wesayît derbas kir.  Piştre ev wesayît derbasî pêşiya me bû em gulebaran kirin.wesayît min bikardianî. Ez ji stuyê xwe birîndar bûm. Hevalê gel min ji sînga xwe birîndar bû. Hatin em ji wesayîtê derxistin. Li me dan.  Piştre gotin wesayîtê bibe nexweşxaneyê. Wesayîta me li cihê bûyerê lêgerîn nekirin. Piştî nexweşxaneyê ez birim qerekolê. Min hevalê xwe yê bi giranî birîndar bin nexweşxaneyê. Tedawiya wî ya yekemîn kirin. Rewşa wî zêde ne giran bû. Lê xwîn wenda kir.  Cendermeyan piştre hat wesayîta min bir qerekolê. Tu tişt wesayîta min de tune bû. Lê ger dawiyê tiştekî têxin wesayîta min ne li ser mine. Teqez ji bo sûcek têkin stuyê me dê wisa bikin.”