Li Ekvatorê ji bo desteka li berxwedana greva birçîbûnê meşek hate lidarxistin

Li Quîtoyê ya Ekvatorê ji bo desteka li greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate kirin.

Li Ekvatorê ji bo desteka li greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate kirin.

Meş a ku ji ber Dadgeha Shyrîsê dest pê kirî heta bi Sefaretxaneya Tirk berdewam kir.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ev 20 sal in Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan girtî ye, ji bo azadiya Ocalan divê têkoşîn were geşkirin.

Di çalakiyê de piştevaniya ji bo têkoşîna azadiya Kurd hate nîşanan û  di serî de şertên Ocalan, şertên girtiyên siyasî hate destnîşankirin.