Li Efxanîstanê NATO’yê ewlekarî dewir kir

Li Efxanîstanê NATO’yê ewlekarî dewir kir

DYA piştî êrîşa 11’ê Îlonê Efxanîstan dagirkir, NATO bisalan bû ‘peywira ewlekariyê’ birêve dibir, ev peywir dewrî hêzên ewlekarî yên Efxanîstanê kir. Sekreterê Giştî yê NATO’yê Anders Fogh Rasmussen da diyarkirin ku, êdî ew operasyonan plan nakin û pêşengitiyê nakin, lê belê ew dê di piştgiriyê bidin operasyonan.

NATO’yê dewirkirina ewlekariyê bi merasimekê pêkanî. Di dema merasimê de li paytext Qabilê êrîşekî întiharî rûda û herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn.

NATO’yê ewlekariya li Efxanîstanê ji salên 2011’an ve dewrî hêzên Efxan dikir. Serok dewletê Efxanîstanê Hemîd Karzayî di merasimê de axivî û got, roja Sêşemê NATO’yê li 95 herêman ewlekarî radestî hêzên Efxan kir. Di nava van herêman de eyaletên Kandahar û Host yên hêzên Telîban lê bihêzin jî hene.

Karzayî di axaftina xwe ya di merasimê de got, roja Sêşemê ji bo hevdîtinên aştiyê ên bi Telîbanan re dê nûnerekî bişînin Qetarê. Telîbana roja Duşemê daxuyaniyek da û gotibû, ji bo hevdîtinên aştiyê ew dixwazin li Qetarê nûnertiyek siyasî vekin.

Sekreterê Giştîyê NATO’yê Anders Fogh Rasmussen dewirkirina ewlekariyê bo Efxanan weke ‘mîladekê’ binavkir û got: “Dê ji niha û pêve leşkerên me giraniyê bidin piştgiriyê.”

Rasmussen diyarkir ku, “Eger pêwîste bike ew dê piştgiriyê bidin operasyonên hêzên Efxan. Bes ji niha û pêve em operasyonan plan nakin û pêşengiyê nakin.”

Niha li Efxanîstanê li gel 68 hezar leşkerên DYA’yî, 97 hezar leşkerên biyanî di bin siha NATO’yê de ne.

Artêşa Efxanîstanê ku beriya 6 salan 40 hezar bû, niha ji 350 hezaran pêktê. Li rexmî vê jî eger piştgiriya hêzên NATO nebe, wisna xuya dike ku bihêle hêzên Efxan li dijî Talîbana serbikevin, nikarin pêş de biçin û wan rawestînin jî. Ji ber vê sedemê hêzên rojavayî hewil didin bi Telîbana re lihevkirinekî siyasî çêbikin û hêzên xwe vekişînin. Di rastiyê de NATO hedef dike ku 2015’an ji Efxanîstanê vekişe.